Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e 2021-10-30 09:23:38 STENBOL - Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku armanca tezkereya li meclîsê hat qebûlkirin hedefgirtina têkoşîna kurdan e û got: "Tezkere mirin û zilm in ji bo gel."  Tezkereya ji bo Iraq û Sûriyeyê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan berpêşî meclîsê kir, di 26'ê Cotmehê de bi dengên AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê hat qebûlkirin. Dema tezekera ku HDP û CHP'ê ji bo wê gotin "na" 2 salan hat dirêjkirin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, tezkereya ku rê li ber şer vekir nirxand.    ENCAMÊN TEZKEREYÊ   Yolerî, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor ji bo gelên herêmê "mirin" û "zilm" in û ji ber şeran gelek kes penaber dibin.    Yolerî, destnîşan kir ku armanca vê tezkereyê "têkoşîna gelê kurd e " û bal kişand ser encamên operasyonên ku ji sala 2007'an ve li Iraq û Sûriyeyê tên kirin. Yolerî, anî ziman ku tezkere şerên navxweyî gur dikin û ji bo aştiyê gef in û got: "Piştgiriya ji bo şer û pevçûnan dibin sedema gelek mirin û birîndarkirinan. Bi budçeya ji bo şer tê terxan kirin krîza aborî ya li Tirkiyeyê zêdetir dike. Şer hem di warê aştî, aborî û civakî de dibin sedema binpêkirinên mafan."    ARMANC TÊKOŞÎNA GELÊ KURD E   Yolerî, anî ziman ku li dijî operasyonên derveî sînor in û got: "Em baş dizanin ku ev hikûmet ehlê şer û pevçûna ye. Mafê aştiyê mafekî sereke ye ku di belgeyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye tespîtkirin. Em wisa difikirin ku divê dev ji hemû polîtîkayên gefê li mafên aştiyê dixwin bê berdan."    Yolerî, destnîşan kir ku ji ber ku kurd doza mafê xwe yên azadiyê dikin ev tezekere tên çêkirin û got: "Gotin, ji ber çeteyan sînor diparêzin. Ji sala 2014'an heya niha 14 êrişên DAIŞ'ê çêbûn. Ji wê rojê heya niha 265 kes jiyana xwe ji dest dan. Tew em nikarin travmaya ji ber van êrişan bilêv jî bikin. Lê em dikarin bibêjin ku armanca tezkereyê mudaxileyeke li têkoşîna gelê kurd e. Em parêzvanên mafên mirovan ku li dijî şer aştiyê diparêzin, dibêjin ku divê dev ji van polîtîkayan bê berdan."   LI AŞTÎ LI DIJÎ ŞER   Yolerî, bilêv kir ku di serî de NY û bi giştî hemû hêzên navneteweyî divê li ber vê tezkereyê rabin û got: "Li Sûriyeyê bi milyonan mirov koçber bûn. Kesên dixwazin pêşî li ber drama wan bigirin divê li dijî bûyerên dibin sedema vê rabin. Em bang li hemû gelên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin; li dijî şer parastina aştiyê heq e. Nexwe ev vê bikin."