Makîneya 'sûcan' a 36 salan 2021-10-30 10:57:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrgê cerdevanên di nav çeteya fuhûş û şantajê de ne, bi roleke çalak a di nav pergala milîtarîst a dewletê de li hemberî jin û zarokan sûcine mezin dikin û her diçe ev sûc zêde dibin.    Pergala cerdevantiyê ku li bajaran kurdan di bin navê "têkoşîna li hemberî PKK'ê" de di sala 1985'an de hat avakirin, ji bo gelên herêmê talûkeyeke mezin e. Herî dawî di 22'yê Cotmehê de li navçe û gundên Colemêrgê "çeteya fuhûş-şantajê" ku serekên wê cerdevanan in careke din bû rojev.    Pergala cerdevantiyê ku bi taybetî bi sûcên li hemberî jin û zaroakan tê zanîn, di 1985'an de li 22 bajaran ket meriyetê û di 1993'yan de li 13 bajarên din jî hat pêkanîn. Ev pergala ku dewletê di nav eşîran de pêk aniye, pişta xwe dide dewletê û bi vî awayî bênavber sûcan dike û veguheriye "rêxistina sûcî." Di rapora 2004'an a Serfermandariya Giştî de sûcên ku tiliya cerdevanan tê de ye yek bi yek hatine rêzkirin; "Xesp, şêlankerî, kuştin, êrişên li hemberî wargehan û wesayîtan, bikaranîna teqemeniyan, bi qesdî şewitandina xaniyan û gihayan, diziya li malan, kargehan û bankeyan, cebkesranî, êrişên li hemberî xetên boriyê, bi darê zorê îmzekirina çekan, şewitandina daristanan, gendelî, firotina eşyayên qedexe, debrkirin, revandina mêr, jin û zarokan, dîlgirtin, gefxwarin, heqaret, destdirêjî, teşwîqkirina fuhûşê, bazirganiya jinan, qumar, qaçaxçîtiya tiryakê, qaçaxçîtiya çekan, qaçaçîtiyan gumrukê, qaçaxçîtiya heywanan û sûcine li hemberî derdorê."   Li gor daneyên 2006'an ên Wezareta Karên Navxweyî, cerdevanan şewitandina gundan, destdirêjî, revandina mirovan, qaçaxçîtiya tiryakê û bi îşkenceyê kuştina mirovan jî di nav de di ser 5 hezar û 200'î re sûc kirine. Heman wezaretê di sala 2016'an de statuya cerdevantiyê guherand û vê pergalê kir pergaleke mayinde. Wezaretê cerdevan wekî tîmên taybet peywirdar kirine û çekên giran dan wan. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, di sala 2017'an d eragihand ku ger cerdevan daxilî nav operasyonan bibin dê tazmînateke pêvekî jî wergirin. Li gor hejmarên Mijdara 2019'an li 6 bajarên herêmê bi giştî 54 hezar cerdevan hene.   Ev pergala ku li herêmê girêdayî polîtîkaya şerê taybet e, li herêmê di warê sûcên li hember jin û zarokan de tim dikeve rojevê. Ji sala 19972an heya niha 680 jinên ji hêla dewletê ve bi tahdeya zayendî re rû bi rû mane, serî li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Taciz û Tecawuza Di Bin Çavan De dane. Ji van serlêdanan 507 jê yên jinên kurd in û kiryarên van sûcan jî polîs, cendirme û cerdevanên; 410 jê polîs, 128 jê cendirme û esker, 35 jê tîmên taybet û 22 jê jî cerdevan in.    Piraniya van sûcan hatine nixumandin û dozên hatine vekirin jî piranî jê bi bêcezatiyê hatine girtin.    Li bajarên kurdan hin sûcên di sala dawî de bi destên cerdevanan hatine kirin ev in:    * Li gundê Xanika yê navçeya Midyad a Mêrdînê, cerdevan Abdûlkerîm Î, tecawizî Nûrcan Fîdan a 20 salî kir û Fîdan di 2'yê Tîrmeha 2013'an de bi tivinga li malê xwe kuşt. Malbata Fîdanê 7 sal in doza edaletê dike. Lê cerdevan Abdûlkerîm Î. carekê jî nehatiye binçavkirin û tê xwestin ser bûyerê bê girtin.    * Kanûna 2020'an: Li navçeya Kewrcewsê ya Êlihê polîs, esker û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokeke 15 salî kirin. Lê walîtî, midûriyeta polîsan û dozgeriya komarê ji dêvla bi paxila kiryaran bigirin, ji bo vê gotin "operasyoneke têgihanî" ye û dan dû kesên ku ev bûyer belav kirine û derbarê wê de nûçe çêkirine.    * 8'ê Sibata 2021'ê: Li taxeke navçeya Stewrê ya Mêrdînê cerdevan H.B. û R.Ç. bi hinceta ku dest dirêjî jinekê kirin hatin binçavkirin. Lê piştî îfadeyê her du cerdevan jî hatin berdan û dewletêd est danî ser çekên wan. Her du cerdavan bi awayekî negirtî tên darizandin.    * 12'ê Sibata 2021'ê: Li navçeya Gêl a Amedê sercerdevan û îtirafkarê JÎTEM'ê Mûrat Îpek, Aleyna Avci ya 21 salî bi çekê birîndar kir. Di bûyerê de Cîgira Serokatiya Baskên Ciwanan a AKP'a Bajêr û Seorka Komîsyona Baskê Jinan Avci bi giranî birîndar bû. Îpek jî piştî vê bûyerê xwe da alî.    * 19'ê Sibata 2021'ê: Li navçeya Kercewsê ya Êlihê cerdevan Mehhmet Alî K. dest dirêjî zarokeke 7 salî kir. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 23 sal ceza li cerdevan Mehmet Alî K. birî.    * 11'ê Tîrmeha 2021'ê: Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Kader Y., ji bo betlaneyê ji Stenbolê çû gundê Kerranê, lê li gund bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kader Y. ku tevî du zarokên xwe çûye gundê Kerranê, bi çeka cerdevan xwe kuştiye.    * 16'ê Tîrmeha 2021'ê: Li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundê Damlabaşiyê hat îdiakirin ku jina ciwan R.O. hewl daye bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwe bikuje.    * Nîsana 2021'ê: Her wiha sûcên ku cerdevan tevî eskeran li herêmê dikin ne sûcên li hemberî gel in. Li Şirnexê li Cûdî, Gabar û Çiyayên Namazê û Herêma Bestayê ji meha Nîsanê heya niha esker û cerdevanan daristanan qir dikin. Darên tên jêkirin bi qamyonan dibin bajarine din û wan difiroşin. Çendî ku ev sûcê bi pêşengiya cerdevanan tê kirin bi delîl hatiye tespîtkirin jî, lê dîsa jî derbarê wan tu tiştekî qanûnî nehatiye kirin.