Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin 2021-10-30 13:48:42 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyê Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ku rapora wî ya ji sedî 60 astengdariyê heye daxwaz kir ku cezayê wî bê taloqkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyê Nexweş re Azadî, çalakiyên xwe yên ku bi wan balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 373'yemîn de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xist. Li ser navê înîsiyatîfê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye.    RAPORA ESTENGIYÊ HEYE   Tûrgût, diyar kir ku Kaytan beriya niha ji ber ûrê di serê xwe de hatiye emeliyatkirin, destê wî yê rastê seqet e, ji ber ku ji wir gule xwariye di milê xwe yê çepê de pirsgirêkan dijî û ji ber şewata berfê tiliyên her du piyên wî weşiyane. Tûrgût, da zanîn ku pisgirêkên Kaytan ên tenduristiyê yên fitikê û mîdeyê jî hene û wiha got: "Li gorî raporên tenduristiyê Kaytan ji sedî 60 asteng e. Di sala 2009'an de emeliyat ûr bûye. Ji sala 2009'an ve kontrolên xwe didomîne û xwe tedawî dike."   SEWQA WÎ BETAL KIRINE   Tûrgût, destnîşan kir ku Kaytan derbarê rewşa xwe jê re name şandiye û ragihandiye ku sewqa wî ya nexweşxaneyê ya ji bo emeliyetê hatiye betalkirin û ev tişt anîn ziman: "Di pêgermokiyê de ji ser hişê xwe ve diçe û bêyî ku serê wî cihekî bikeve hevalên wî ew digirin. Piştre wî bi ambûlansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal. Di nav mehekê de xwîn daye û fîlmên wî yên EKG, EEG û MR hatine kişandin. Bi mehan e ji bilî çûn û hatine nexweşxaneyê wî dernaxin revîrê û cem bijîjkê malbatê."   Herî dawî Tûrgût, xwest ku ji ber nexweşxaneyê xwe yên bixeter û bi awayekî rêk û pêk kontrol û tedawiyên wî bên kirin înfaza Kaytan bê taloqkirin.