‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’ 2021-10-30 15:34:25   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê xwest ku cezayê girtiya nexweş a giran Ayşe Ozdogan demildest were taloqkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îzmîrê, di çalakiya ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe de vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiya nexweş a giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin. Daxuyanî li pêş Sumerbanka Kevin a li navçeya Konakê hat lidarxistin. Rêveberê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek di daxuyaniyê de diyar kir ku Ozdogan nikare pêdiviyên xwe yên însanî jî pêşwazî bike.    ‘HER TIM RÛYÊ WÊ DIWERIME’   Çîçek, da zanîn ku ji ber nexweşiya dil Ozdogan a roja ewil rastî mûameleyeke nebaş hat, rakirine nexweşxaneyê, dûre li revîrê hatiye girtin û wiha got: “Ji ber ku revîra girtîgehê sar e, rûyê wê yê emeliyatkirî her tim diwerime. Ji ber ku panika devê wê qûl bûye û xwarin bi biharat e di xwarin xwarinê de zehmetiyê dikişîne. Ji bo ku werimandina rûyê xwe asteng bike hewl dide bi çarşefê germ bike.”   DIVÊ CEZAYÊ WÊ WERE TALOQKIRIN   Çîçek, bi lêv kir ku Ozdogan di 14 rojan de 2 caran rakirine beşa lezgîn, 17 caran rakirine polîklînîkê û wiha axivî: “Bi alîkariya 2 kesan dikare biçe daşirê. Ji ber ku rûyê wê hatiye emeliyatkirin diwerime û ji bo ku germ bike makîneya ziwakirina por bi kar tîne. Di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de di wesayîta rîngê de destê wê kelemçekirî dibin. Îltîhaba di rûyê wê de dest pê kirî zêde bûye. Qûla di panika devê wê de mezin dibe. Tevî van hemû nexweşiyan jî, ya ku tê xwestin bi tenê taloqkirina înfazê ya heta ku tedawî dewam bike ye. Divê cezayên girtiyên nexweş demildest bên taloqkirin.”