Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin 2021-10-30 16:28:27   STENBOL - Di hefteya 501'emîn a çalakiya "Rûniştina F" de  ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûk.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 501'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixe li avahiya komeleyê pek anî. Di çalakiyê de komîsyonê balê kişand ser rewşa siyasetmedara Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Kandirayê girtî ye. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan"  hat daleqandin. Rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarê (MA-TUHAYDER) jî piştgirî dan çalakiyê. Daxuyaniya hatibû amadekirin ji aliyê Parêzer Davût Aslan ve hat xwendin.    TALOQKIRINA ÎNFAZA WÊ HAT REDKIRIN   Aslan, bal kişand ser rewşa Tûglûk û wiha got: "Di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de Tûglûk singa xwe daye ber gelek zor û zehmetiyan. Tiştên ku di cenazeyên dayika wê de pêk hatin hem di hêla ruhî de hem jî di hêla laşî de bandoreke mezin lê kirin û wê westandin. Girêdayî vê westandinê nexweşiya Demansê pê re çêbû. Ev rewşa di rapora nexweşxaneyê de jî bi awayekî zelal hatiye aşkerakirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji bo domandina jiyana xwe divê Tuglûk ji kesekî/ê alîkarî bigire. Li gorî vê raporê divê cezayê Tûglûk bê taloqkirin lê rexmî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê serlêdana ji bo vê red kir."   BANGA LI RAYEDARAN   Di berdewamê de Arslan, destnîşan kir ku rewşa Tûglûk giran dibe û ev tişt anîn ziman: "Li gorî hiqûqê derengxistina biryara taloqkirina înfazê sûc e. Em daxwaz dikin ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên bexweş bên berdan û ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş banga hestiyariyê li raya giştî û rayedaran dikin."   20 GIRTIYÊN NEXWEŞ JI CIVAKÊ RE XESAR IN!   Piştî Aslan Hevserokê MA-TÛHAYDER'ê Esîn Çelîk jî axaftinek kir û da zanîn ku zêdetirî 200 girtiyê nexweş bi angaşta ku "wê xesarê bidincivakê" nayên berdan û wiha got: "Van mirovên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn gelo xesareke çawa bidin civakê? Bila girtîgeh neguherin malên cenazeyan. Demildest li gorî hemû girtiyên nexweş bên berdan."   NÊZIKBÛNA DIJMINANE   Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Mûstafa Mesût Tetîk jî destnîşan kir ku cihê tiştên tên kirin di hiqûqa dijmin de tuneye û wiha got: "Faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bîrdoziya rizgariya jinê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re dijminatiyê dike, di şexsê Aysel Tûglûk de dijminatiyê li bîrdoziya rizgariya jinê dike. Nerazîbûna me ya li hemberî vê helwestê wê roj bi roj bilind bibe û girseyî bibe. Weke partî em vê pêkanîna faşîzane ya li dijî Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan şermezar dikin."   Rêvebera HDP'a Stenbolê Pınar Turk jî destnîşan kir ku di serî de Tûglûk 5 sal in vîna wan a hilbijartî li girtîgehan e û daxwaza berdana wan kir.