Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e 2021-10-31 09:01:38   STENBOL - E.C. ku Volkan Kabak bi awayekî sîstematîk dest dirêjî wê kiriye, tiştên hatine serê wê li rojnivîska xwe nivîsîne. Parêzer Ferdî Yamar, destnîşan kir ku dê di danişîna ewil de rojnivîskê wekî delîl berpêşî dadgehê bikin.    Li semta Îkîtellî ya Başakşehîr a Stenbolê, Volkan Kabak xizma xwe ya cîranê wî E.C.'yê ji 10 saliya wê heya 12 saliya wê bi awayekî sîstematîk îstismar kiriye. Piştî bûyer kifş bû, dayika E.C. di meha Gulanê de çû qereqolê giliyê Kabak kir. Kabakê hat binçavkirin û dadgehê cezayê hepsa malê lê birî. Derket holê ku E.C. tiştên du du salan de hatine serê wê li rojnivîska xwe nivîsîne.    S.C., dayika E.C.'yê û parêzerê wê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar, behsa pêvajoya çêbûye kirin.    Dayik S.C. anî ziman ku Kabakê ku dest dirêjî keça wê kiriye dikana wî li ber mala wan e. S.C., bilêv kir ku Kabak keça wê bi zorê xistiye hundirê dikanê û li vir dest dirêjî wê kiriye û paşê jî hewl daye wê bi zorê li wesayîtê siwar bike, lê zarokên li wir nehiştine. S.C., diyar kir ku zarokên taxê pêşiya wesayîta Kabak girtine û nehiştine wesayît biçe û got: "Keça min hatt malê, digiriya. Min pirsî lê pir tişt ji min re negotin."    BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK KIRIYE   S.C., diyar kir ku piştî wê rojê keça wê guheriye û got: "Tim nenûkên xwe dixwarin û dikir barewar. Meger piştî wê, carek din keça min biriye dikanê. Ez paşê pê hesiyam. Yanî hema bibêje ev yek bi awayekî sîstematîk kiriye. Keça min nedixwest biçe dibistanê û derkeve derve. Perdeya xwe tim dikişand û deriyê xwe digirt. Derî li me jî venedikir."    JI BIJÎŞK RE GOT   Dayik S.C., anî ziman ku keça xw ebiriye nexweşxaneyê, lê ewilî bijîşkan tu tişt fêm nekiriye û paşê li Nexweşxaneya Demargêriyê ya Bakirkoyê keça wê tiştên hatine serê wê gotine. S.C. got: "Ez çûm Amîrtiya Buroya Zarokan a Başakşehîrê û min hilî kir. Rapora bijîşk amade kiribû radestî qereqolê hat kirin."    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARIN   S.C., diyar kir ku paşê keça wê jî îfade daye, lê belê ên ku îfadeya wê girtin du polîsên zilam bûne û piştî vê Kabak hatiye binçavkirin û Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Kuçukçekmeceyê cezayê hepsa malê lê biriye û ew berdaye. S.C., destnîşan kir ku gef li wan hatiye xwarin ji bo dev ji îfadeya xwe berdin.    BILA BÊ CEZAKIRIN   Dayik S.C., destnîşan kir ku ew zarokên xwe ji bo ev tişt bên serê wan mezin nakin û got: "Divê cezayekî giran lê bê birîn."    Parêzerê E.C.'y Ferdî Yamar jî diyar kir ku E.C. rasterast tiştên hatine serê wê ji malbata xwe re negotine, li rojnivîsaka xwe nivîsîne û got: "Tiştên qewimîne roj bi roj hatine tomarkirin. Gava em li rojnivîskê dinerin, em dibînin tiştên tê de û yên di rojnivîskê de li hev dertên."    A TÊ CEZAKIRIN ZAROK E   Yamar, anî ziman ku mala kiryar Kabak û E.C.'yê li hember hev in û cezayê hepsa malê yê li kiryar hatiye birîn dê veguhere cezayê pereyî û got: "Gava mexdûr perdeya li ber paceyyê bide alî dê mala kiryar bibîne. Heger bersûc bihatana girtin, dê mexdûr karibûna derketana derve. Bi vî awayî hema bibêje mexdûr jî di hepsa malê de ye."    DÊ ROJNIVÎSKÊ BERPÊŞÎ DADGEHÊ BIKIN   Yamar, desttnîşan kir ku di danişîna ewil de rojnivîskê berpêşî dadgehê bikin û dê daxwaz bikin ku îfadeya E.C. cardin bê girtin, lê vê carê li bara pedagogan.    Her wiha Yamar da zanîn ku derbarê Kabak de îdianame hatiye amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Bakirkoyê îdianame qebûl kiriye.    Dê danişîna ewil a dozê di 9'ê Mijdara 2021'ê de bê lidarxistin.   MA/ Mehmet Aslan