Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên 2021-10-31 09:05:23   STENBOL - Halîl Ay ku di Girtîgeha Slîvriyeyê de ye, ragihan ku 20 girtî li ser kartonan radizên, di dema serşûştinê de ava germ tê qutkirin û xwarina tê dayîn jî cemidiye.    Semra Ay, anî ziman ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tahdeya li kurê wê Halîl Ay û girtiyên din tê kirin zêde bûye û got: "3 roj in, 20 girtî li ser qartonan radizên."    Halîl Ayê ku di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an de ye, telefonî malbata xwe kir û rgaihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û di dem avêtina ser qawîşê de qawîşên wan hatine guherandin.    GIRTÎ LI SER KARTONAN RADIZÊN   Dayik Semra Ay got: "Halîl perîşan bû. Gava min jê pirs, got, 'Dayê halê me ne tu hal e. Nivînan nadin me û 3 roj in em 20 kes li ser kartonan radizên. Betanî û doşekên dane me ji ber ku qirêjî ne û bêhn ji wan tê em nikarin li ser wan razên. Nahêlin em wan bişon. Gava em diçin serşokê, ava germ qut dikin. Xwarina didin jî cemidî ye û gava tînin jî pehînê li xwarinê dixin û be rbi me ve dişînin."    Ay, anî ziman ku kurê wê ragihandiye ku dermanên girtiyên nexweş nayên dayîn û wan nabin revîrê û got: "Kurê min got, gardiyan bi sendeliyan li deriyên qawîşê dixin û ji wan re dibêjin 'ev terorîst in, ev alîgirên terorê ne.' Kurê min xwest ev binpêkirinên mafan bên ragihandin."    MONT û PÊLAV QEDEXE NE   Ay, got: "Gava wan birine qawîşa nû, bi hinceta qedexe ne montê kurê min nedane wî û yê hevalê wî jî pêlava wî nedanê. Min montek din jê re şand, ew jî nedanê. Madem wis aye, nexwe bila tiştên ne qedexe ne ji me re bibêjin, em jî wan bikirin."   ÇIMA TU BI KURDÎ NIZANÎ   Ay, destnîşan kir ku tenê ne girtî, tahde li malbatan jî tê kirin û got: "Ggava em ji bo hevdîtinê diçin, em bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin. Ggava tu li ber radibî, vê carê hevdîtinê asteng dikin. Hin dayik bi tirkî nizanin. Ji ber ku nizanin tahdê li wan dikin. Mesela, dayikek ji Mêrdînê hatibû û bi tirkî nizanibû. Gardiyanan ji bo lêgerînê jê re gotin, ber xwe veke. Lê ji ber ku bi tirkî nizainbû nikaribû bersivê bide. Me jê re wergerand, lê ji me re gotin 'hûn bi karê xwe re bilî bibin.' Paşê heqaret li jinê kirin. Gardiyan dibêjin 'çima hûn bi tirkî nizanin, madem hûn nizanin hûn çima tên vira.' Gava em gore û kincan dibin, dibêjin 'na, em qebûl nakin.'"    Ay, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku em kurd in wisa dikin. Em diçin ku dibêjin 'teror, dayyika terorîstan.' Carekê em çûn, nehiştin ez kurê wxe bibînim. 2 saetan mam sekinî. Axirê min got 'Ka kurê min? Çima hûn wî naynin?' Min birin cem midûrê girtîgehê. Midûr ji min re got, 'kurê re terorîst e, tu jî terorîst î.' Min jî got, 'Madem ez terorîst im û tu jî zelamekî dewletê yî û niha li hemberî te terorîstek heye, hadê rabe karê xwe bike.' Paşê ez derxistim derve. Sirf ji ber ku em kurd in ev qasî heqaretê û tahdê dikin. Bang li hemû dayik û bavan dikim; mafên zarokên xwe biparêzin. Bang li hemû dayikan dikim ku bibin dengên girtiyan."