Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin 2021-10-31 09:12:30   ÎZMÎR - Hevseroka OHD'a Îzmîrê Şukran Ozturk, anî ziman ku zûzûka amadekirina îdianameya derbarê Onûr Gencer de ku Poyrazê qetil kiribû, tê wateya sernixumandina kesên tiliya wan di kuştinê de heye. Ozturk bang li hiqûqnasan kir û got: "Daxilbûna wan a nava dosyeyê, dê pir girîng be ji bo ku welêt bi cinayetên kiryar nediyar neyê fetisandin."    Di 17'ê Hezîranê de Onûr Gencer bi çekê êriş biribû ser avahiya HDP'a Îzmîrê û xebatkara partiyê qetil kiribû. Piştîku Gencer hatibû binçavkirin, di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de gotibû çavê wî lê bû komkujiyek mezin bike. Gencer, tenê 18 saetan di bin çavan de mabû û hatibû girtin.    Piştî girtina Gencer bi 4 mehan îdianame hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê ew qebûl kiribû. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji ber "kuştina bi plansazî" cezayê muebeda giran û ji ber "zirara ku daye amûrên partiyeke siyasî" 7 sal ceza li Gencer bê birîn.     Piştî îdianame hat amadekirin parêzerên dosyeyê û gelek hiqûqnasên din bal kişandin ser kêmasî û nakokiyên di dosyeyê de û parêzerên dosyeyê ji bo ronîkirina vê komkujiyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kiribûn ku daxilî nav dosyeyê bibin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bangawazî esas girt û ji bo daxilî nav dosyeyê bibe dê serlêdanê bike.   Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Îzmrê Şukran Ozturk, têkildarî îdianameya hatiye amadekirin û girîngiya dosyeyê de axivî.    NAKOKIYÊN DI DOSYEYÊ DE   Ozturk, diyar kir ku ew bi demokrasiyeke azadîxwaz tevdigerin û daxilî dosyeyên ku welatî di warê nijad, ziman, dîn û nêrîna siyasî de bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin dibin û lewma dê daxilî dosyeya qetilkirina denîz Poyrazê jî bibin.   ‘XWEDÎ LI GENCER TÊ DERKETIN'    Ozturk ji bo naveroka îdianameyê jî anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê didome. Ozturk, destnîşan kir ku tê xwestin ku ev komkujî wekî cinayeteke ku bi biryareke şexsî ya hêsan hatibe kirin bê nîşandan, lê belê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û êrişên li ser HDP'ê bereksê vê yekê nîşan didin.    Ozturk ku got "Ev kes hat girtin, li xwe mikur hat, lê nayê wateya ku dê dosye bê girtin"  axaftina xwe bi vî awayî domand: "Ji lew re armanca sereke ne kuştina Denîz Poyrazê bû. A rast êrişeke li hemberî HDP'ê bû û li paşxaneya wê vîneke siyasî heye. Lewma diviyabû bihata lêpirsînkirin ku gava kiryar ev cinayet kir, kê piştgirî dayê. Dê dozger nikaribe bibêje 'me bîr nebir.' Ji lew re hevpîşeyên me ji roja ewil de ji bo berfirehkirina lêpirsînê û berhevkirina delîlan daxawazname dan. Lê dîsa jî lêpirsîn di demeke kurt de hat temamkirin."   Ozturk, destnîşan kir ku armanca sereke ya vê lezûbeziyê ew e ku ser vîna siyasî ya li paş vê komkujiyê bê girtin. Ozturk, diyar kir ku pir aşkere ye ku pêwendiya kujer bi hin kesên din re heye û ji bo vê bal kişand ser axaftinên telefonê, hevalên wî û wergirtina ruxseta çekê hwd.    ZELALKIRINA DOSYEYÊ GIRÎNG E JI BO PÊŞEROJÊ   Ozturk, destnîşan kir ku heger polîtîkaya bêcezatiyê bidome dê ev bûyer veguhere suîqastên siyasî jî û got: "Lewma zelalkirina dosyeyê pir girîng e ji bo zelalkirina pêşeroja civakî û Tirkiyeyê."    BANGAWAZÎ   Ozturk bang li hiqûqnasan û komeleyê hiqûqê kir û got: "Daxilbûna wan a nava dosyeyê, dê pir girîng be ji bo ku welêt bi cinayetên kiryar nediyar neyê fetisandin. Li dijî feraseta belavkirina û tunekirina hiqûqê ya îqtidara siyasî, divê em bi awayekî xurt piştgiriya vê dosyeyê bikin. Divê baro xwedî li vê dosyeyê derkevin."    MA / Tolga Guney