Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda 2021-10-31 09:56:15       ENQERE - Sebahat Tûncel û Sîbel Akdenîz, gava ji bo amadekirina parastinê ya ji bo Doza Kobaniyê çûbûn cihê komputeran, bi tahdeya personelên girtîgehê re rû bi rû mabûn û cezayê dîsîplînê li Tûncel û Akdenîzê hatibû birîn. Têkildarî her du cezayan lêpirsîn hat destpêkirin.    Di 24'ê Tebaxê de li Girtîgeha Sîcan a Jimare 3 ya Tîpa L'yê cezayê dîsîplînê li Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel û endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Sîbel Akdenîzê hatibû birîn. Hat hînbûn ku di 23'yê Tebaxê de jî bi heman hincetê cezayê dîsîplînê li Akdenîz û Tûncelê hatiye birîn.    DU CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Sîncan a Jimare 3 a Tîpa L'yê di 23-24'ê Tebaxê de bi hinceta "belesebeb xwendina sirûdê an jî berzkirina dirûşmeyan" 2 cezayên dîsîplînê li Akdenîzê birî. Desteyê mehek cezayê "qedexekirina pêwendiyê" û 2 meh cezayê "qedexekirina aktivîteyan" li Akdenîzê bir. Li Tûncelê jî mehek cezayê "bêparkirina karê biheq" û mehek jî "bêparkirina qebûlkirina serdêran" birî.    Tûncel û Akdenîzê di îfadeyên xwe de diyar kirin ku di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de dirûşme berz kirine û xwesin lêpirsîna dîsîplînê ya derbarê wan de bê rawestandin. Rêveberiya girtîgehê jî di biryara xwe de derpêş kir ku cezayên dîsîplînê ne cezanî bêpîvan in û ev ceza ne tecrîd e.    2 DOZÊN CUDA   Tûncel û Akdenîzê ji ber van cezayan di 8'ê Îlonê de serî li Dadgeriya Înfazê dan û îtiraz kirin. Ji bo cezayê dîsîplînê yê di 23'yê Tebaxê de li Akdenîz û Tûncelê hatine birîn, li Dadgeriya Înfazê ya Dudoyan a Rojavayê Enqereyê û ji bo cezayê dîsîplînê yê di 24'ê Tebaxê de jî li Dadgeriya Înfazê ya Yekê ya Enqereyê doz hat vekirin.    Parêzera Tûncelê Cemîle Tûrhali Balsak, behsa binpêkirinên mafan û cezayên dîsîplînê yên li Tûncelê hatine birîn kirin.    Balsak, anî ziman ku Tûncel ji roja ku çûye Girtîgeha Sîncanê heya niha bi muameleyên xirab re rû bi rû dimîne û got: "Hê jî di girtîgheke demborî de tê girtin. Li Girtîgeha L3'yan dimîne ku ev jî tenê ji bo karantînayê tê bikaranîn. Şert û mercên fizîkî yê li vira li gor karantînayê hatine amadekirin. Heya tu bibêjî cihekî zolekirî ye û personel jî li gor wê hatine bicihkirin. Yanî hê ji roja ewil de bi muemaleyeke xirab re rû bi rû amye. Demeke dirêj bi tena serê xwe di girtîgehê de ma. Paşê Sîbel Akdenîzê birin cem wê."    DI DEMA VEKOLANDINA DOSYEYÊ DE TAHDE   Balsak, anî ziman ku di hevdîtinê de Tûncelê gotiye: "Her tim bi muameleya kêfî ya îdareyê re rû bi rû dimîne, pirtûkan nadin, hin materyalên têkildarî parastinê jî nedane, tim davêjins er qawîşê û di dema hin daxwaznameyan de astengiyan derdixin. Herî dawî dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên têkildarî dozê bên vekilandin. Lê îdareya girtîgehê rojê tenê du saetan destûra vê yekê dide."    Balsak, bilêv kir ku gava Tûncel û Balsak ji bo vekolandina materyalên dîjîtal çûne, li odeya komputeran bi taciz û tahdeya devkî ya personelan re rû bi rû mane.    JI PAŞDE KELEMÇE KIRIN   Balsak, anî ziman ku piştî ku Tûncel û Akdenîzê li ber vê rabûne, muameleya xirab zêdetir bûye û destên wan ji paş de hatiye kelemçekirin.    Balsak, diyar kir ku Tûncelê ji ber vê tahdeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye û gilî kiriye û got: "Lê tu tişt nehat kirin. Yanî lêpirsîneke çalak nehat kirin."    Balsak, da zanîn ku pêvajoya îtirazê ya ji bo cezayên dîsîplînê jî didome û biryara teqez dê piştî biryara dadgeriya înfazê ji aliyê dadgeha cezayê giran ve bê dayîn.    ASTENGKIRINA MAFÊ PARASTINÊ   Balsak, destnîşan kir ku mafê parastinê bi temamî hatiye astengkirin û got: "Parastin tenê li hêwanên dadgehan nayê kirin. Divê îdare şert û mercên ji bo amadekirina parastinê amade bike. BErpirsiyarê sereke yê neamadekirina van şert û mercan jî dadgeh e. Divê ew vê yekê bike."    Her wiha Balsak, ragihand ku ji bo Tûncel sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê bê kirin gelek caran daxwazname dane, lê belê îdareya girtîgehê bi tu awayî biryar nedaye û îşaret bi Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan kiriye û dadgeha înfazê jî biryareke bi v rengî daye.    Balsak, destnîşan kir ku ya tê kirin, mudaxileya li mafê parastinê ye.    MA / Zemo Aggoz