Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir 2021-10-31 11:27:35   RIHA - Jinan bal kişand ser girîngiya Kobanê ku bi berxwedana dîrokî li dinyayê deng veda û bertek nîşanî hewldanen Tirkiyeyê yên êrişên nû dan û xwestin ku Tirkiyeya êrişeke muhtemel pêk neyne.    Li Sûriyeyê, çalakiyên ku di bin navê "Bihara Ereban" de di meha adara sala 2011'an de dest pê kirin piştre bi şer û dagirkirinan berdewam kirin. Di meha çileyê ya 2014'an de DAIŞ'ê bajarê Reqayê yê Sûriyeyê dagir kir, di 8'ê hezîrana heman salê de Mûsilê jî bêyî ku guleyek berde dagir kir. Pişt re di 3'ê Tebaxê de êrişî Şengalê kir û êzidiyan di qirkirinê re derbas kir. Piştî ku li Sûriye ûy Iraqê qadeke berfireh kir bin kontrola xwe DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrişî Kobanê kir. Li Kobanê yek ji berxwedanên dîrokî yên mezin hat dayîn.    BERXWEDANA SERZÛRΠ   Xeta berxwedana Kobanê 12 şervanan di roja duyemîn a êrîşan de li gundê Serzûrî yê bi qasî 35 kîlometreyan li rojhilatê bajêr diyar kirin. Êvara 15 'ê îlonê bi sedan DAIŞ'î bi tank û topan êrişî şervanên YPG'ê yên di bin fermandariya Rodî Efrîn kirin. Şervanên ku guh nedan talîmata "paşve vekişin" li dibistana gund a ku lê bi cih bibûn 24 saetan li dijî êrîşan li ber xwe dan. Fermandarê berpirsyarê şervanan Rodî Efrîn, di peyama xwe ya li ser radyoyê ji fermandariya YPG/YPJ'ê re şand de ev tişt got, "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bikevin, lê hin hene ku wê di rêya me de bimeşin."   BANGA OCALAN    Ji bilî berxwedana li Serzûrî, di serî de Arîn Mîrkan berxwedana bi sedan mirovên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, bi Iraq, Tirkiye û Îranê re bi milyonan mirovên kurd li cîhanê kir yek. Di 22 ' ê îlonê de dema êrîş dewam kirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ev bang kir: "Ketina Kobanê tê wateya ketina tevahiya Kurdistanê . Divê herkes li gorî vê rastiyê tevbigere. Kobanê mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e." Li ser vê bangê kurdan berê xwe da Kobanê.   GEL DAKET KOLANAN   Bi vê peyama Ocalan re hêrs û nerazîbûna li dijî êrîşên li ser Kobanê mezin bû û wêneyên leşkerên tirk û endamên DAIŞ'ê ku li sînor li kêleka hev xuya kirin û gotinên Serokkomarê wê demê Tayip Erdogan ên "Kobanê ket, wê bikeve" bû sedem ku gel dakeve kolanan. Di serî de Tirkiye û bajarên herêmê, li gelek welatên cîhanê ji bo Kobanê çalakiyên bêhempa pêk hatin. Piştî van çalakiyan, hêzên koalîsyona navneteweyî neçar man destekê bidin berxwedana dewam dike. Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê, hedefên xwe yên DAIŞ'ê bombebaran kir û di korîdora ji aliyê Tirkiyeyê ve hat vekirin re jî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbasî Kobanê bûn.    134 ROJ ŞÛNDE   Kobanê piştî 134 rojan di 26'ê Çileya 2015'an de bi temamî ji DAIŞ'ê hate paqijkirin. Ev bû yekemîn têkçûna ku dawî li DAIŞ'ê anî. Piştre DAIŞ li bajarên ku lê serdest bû ji aliyê kurdan ve hate têkbirin.      ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ   Ji ber ku berxwedana Kobanê ku bi beşdariya şoreşgerên ji bawerî û mafên cuda re resmekî navneteweyî bi dest xist, dewam kir, 1 'ê Mijdarê ji bo destekkirina vê berxwedanê bi banga navên navdar ên cîhanê re weke 'Roja Kobanê ya Cîhanê' hat îlankirin.   ROJA ROJAVA YA CÎHANÊ   Têkoşîna kurdan a ku DAIŞ'ê neqedan Tirkiyeyê xwest bifetisîne. Di vê çarçoveyê de Tirkiyê di sala 2018 'an de êrîşî Efrînê kir û di sala 2019'an de jî bi hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dikir re êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir û xwest vîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê bişikîne. Gelên kurd, ereb, tirkmen, ermenî û gelên din ên li dijî van êrîşan berxwedan hilbijartin, bi berxwedana xwe re 2'ê Mijdarê jî weke Roja Rojava ya Cîhanê îlan kirin.   BAJAR DÎSA DIBE HEDEFA ÊRÎŞAN   Piştî ku di ser berxwedana dîrokî re 7 sal derbas bûn, van rojan Kobanê dîsa di hedefa Tirkiyeyê de ye. Di rojên dawî de li dijî  Kobanê ku yek ji bajarên Tirkiye plan dike dagir bikê, êrîş hene.    Dayikên ku di berxwedana dîrokî ya ser sînorê Kobanê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de cih girtin tiştên jiyane vegotin.   BI HEZARAN KES HERIKÎN SER SÎNOR   Ji dayikên ku bi mehan li ser sînor ma Edalet Çay qala wan rojan kir û ev tişt got, "Ji gelek deverên cîhanê mirov hatin ser sînor. Dîsa mirov ji Kobanê dihatin. Hinekan zarokên xwe, kal û pîrên xwe, malên xwe li pey xwe hiştin. Digotin qet nebe em rihê xwe rizgar bikin. Ji van kesan ên ku ji bo derbaskirina sînor xwe di ser têlan de avêtin hebûn. Mirovan qetil dikirin. Kesên ku dihatin digotin, 'DAIŞ ketiye gundan û serê zarokan jê dikin'. Pêvajoyeke gelekî zehmet bû, lê dîsa jî gel li Kobanê  xwedî derket."    JINAN SÎNOR NETERIKANDIN   Çay, diyar kir ku ew bi rojan li ser sînor bi dil û can sekinî ne û anî ziman ku alîkarî dane welatiyên Kobanê û wiha got: "Bi rojan dûman bilind dibû. Me ev didît. Em difikirîn ku wê ev hov çawa biqedin. Me bi çavên xwe didît. Bi motosîklet û wesayitan mal talan dikirin, heywan serjê dikirin. Dibe ku bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan, lê tevî van hemû zor û zehmetiyan jî kurdan DAIŞ'ê têk birin. Bi têkoşîneke mezin welatê xwe, axa xwe, gelan rizgar kir. Berxwedana jinê jî li vî aliyê sînor e. Berxwedaneke mezin raber kirin. Heta ku DAIŞ qediya jinan sînor neterikandin. Berxwedaneke mezin nîşan dan."   DIVÊ DÎSA LI KOBANÊ XWEDÎ BÊ DERKETIN   Di berdewamê de Çay, destnîşan kir ku bi rojan û hefteyan li ser sînor man e û ji çar aliyên cîhanê mirov ji bo alîkariyê hatine Kobanê û ev tişt anîn ziman: "Berê DAIŞ bû, niha Tirkiye ye. Hem bi fezlekeyan hem jî bi gotinê îşaret bi êrişa Kobanê tê kirin. Hêvîdarim wê gelên li dijî êrİşên gengaz careke din bibin yek. Em dayik êdî şer naxwazin. Em naxwazin jin, ciwan bên kuştin. Em dixwazin aştî ji bo xêrê bê avakirin."     'HEMAN TIŞT LI BAŞÛR JÎ DIQEWIME'    Ji dayikan Fatma Akbaş jî diyar kir ku pêvajoya Kobanê pêvajoyeke gelek biêş e û wiha got: "Bi sedan mirovên me ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin. Me mirovên birîndar ku dihatin didît. Ne êşên ku mirov hilbigire bûn. Ji her devera cîhanê destek ji Kobanê re hat dayîn. Ya ku îro li Kobanê diqewime, li Başûr û Rojhilat jî diqewime. Her roj xwîn dirijê. Xwîna diherike jî ya me ye. Ji ber vê yekê em naxwazin leşker an jî gerîla bimirin. Em naxwazin ew li ser vê yekê siyasetê bikin."    'HÊ JÎ BI SER ME DE TÊ'   Di berdewama axaftina xwe de Akbaş, bal kişand ser berxwedana jinên li Kobanê û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Di destpêkê de çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan a li dijî DAIŞ'ê gelekî bandor li me jinan kir. Rizkirina Kobanê ya ji DAŞ'ê jî di şexsê Arîn Mîrkan de bi berxwedana jinê pêk hatiye. Bi rastî jî gelek mirovan dixwestin Kobanê bikeve. Lê li wir şervanên jin û mêr bi çalakiyên xwe yên fedaî pêşî lê girtin. Li Kobanê niha kobanî dimînin. Eger DAIŞ'ê bigirta û dagir bikira, me yê bidîta wê çi biqewimiya. Ev der axa wan e, çawa dikarin derkevin? Tu nikarî axa ku lê dijî biterikînî. Ev ewqas ne hêsan e."   'ÇI BÛ KU BÛ MIJARA NAVXWEYÎ?'   Akbaş, ji ber salvegera berxwedana Kobanê kêfxweşiya xwe anî ziman û bi lêv kir ku em naxwazin êriş bi ser Kobanê bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mafê kesî nîne. Dema DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir, Tirkiyeyê got, 'Mesele ne meseleya me ya navxweyî ye, em nikarin mudaxile bikin'. Niha pirsgirêkên wî yên navxweyî hene. Dema DAIŞ be, mesele ne meseleyeke navxweyî ye, lê dema kurd be meseleyeke navxweyî ye? Em vê qebûl nakin."    'EM BI ŞEV Û ROJ LI SER SÎNOR BÛN'   Ji dayikan Hadle Ogur jî diyar kir ku gotinên têr nakin mirov pêvajoya Kobanê bîne ziman û bi van gotinan qala wan rojan kir: "Dewlet destûr nedida kesên dixwestin ji gundê Qeremox ê Kobanê sînor derbas bikin. Min zarokeke 2 salî li ser sînor dît û ew xist hembêza xwe û got, ' Kes nemaye , meraq neke , ez ê te biparêzim û li te miqate bim'. Piştî demeke dirêj, jinek li dû zarokên xwe hat. Dema hat, bombeyek li ber wê teqiya û li ber çavên me firiya hewa. Ev jin 40 an jî 50 salî bû. Ez şeş rojan bi vê jinê ra mam. Ev pêvajo ji bo wê hinekî dijwar derbas bû. Piştre me anons kirin û ji dê û bavan xwestin ku werin zarokên xwe bigirin. Em bi şev û roj li ser sînor bûn. Ev pêvajo ji bo me bû barek."   'GEL HERIKÎ SER SÎNOR'    Ogûr, da zanîn ku wan gotiye 'Em ê Kobanê bi dest bixin. Ya Kobanê an mirin' û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re me Kobanê girt. Dema ku Kobanê hat girtin Riha felc bû. Hemû kolanên Rihayê tijî û serûbin bûn. Herkes gelek kêfxweş bû. Jineke ciwan a birîndar ku ji Mûşê bû 3 meh û 28 rojan di beşa lênerîna awarte ma. Piştî ku azadiya Kobanê ji televîzyonan bihîst destên xwe bilind kir û şehîd bû. Tiştên ku me dît û em jiyan wê tu carî neyên jibîrkirin. Pêvajoya Kobanê ne tê vegotin û ne jî tê jiyîn. Herkesî berê xwe dabûn Kobanê. Ji me re digotin' 'Ev der kuder e?' Me jî digot, 'Kobanê' ye. Dûre ji me dipirsîn, 'Sûriye li kuder e?' Me ji wan re digot, 'Kobanê bajarekî Sûriyeyê ye'. Ji me re digotin, 'Qey Kobanê temamiya Sûriyeyê ye'."   'KOBANÊ CIHEKÎ GELEKÎ TAYBET E'   Di dawiya axaftina xwe de Ogûr, destnîşan kir ku Kobanê ji bo kurdan cihekî taybet e û ev tişt got: "Birîndarên giran radibûn digotin, 'E ê rabin û şer bikin'. Me ji wan re digot, 'Rûnin û birînên xwe derman bikin'. Berê xwe didan me û digotin, 'Kobanê çû'. Em ê vê pêvajoyê tu carî ji bîr nekin. Piştî ku Kobanê hat paqijkirin, hestên me yên gelekî cuda hebûn. Divê Kobanê bi halê wê bihêlin. Ji ber ku Kobanê cihekî gelekî taybet e. Li vê derê li pêş çavên cîhanê berdêlên mezin hatin dayîn. Divê tu kes ji bo êrîşên li ser Kobanê xwe ker û lal neke."   MA / Mujdat Can