Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike 2021-10-31 12:52:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Dîroknasê Rûs Stanîslav Îvanov diyar kir ku Enqere amadekariyan dike ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Îvanov got: “Erdogan dixwaze 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike. Bi vê yekê re jî popûleriya xwe zêdetir bike.”    Akademîsyen û dîroknasê Rûs Stanîslav Îvanov destnîşan kir ku serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo ku qeyrana aborî û aloziya civakî binixûme, zimanê şer wek amûrekî bi kar tîne. Îvanov îdia kir ku rayedarên Rûs û Tirk li Soçiyê li hev kirine. Îvanov got ku hinek hesabên cuda li ser 4 milyon Sûriyeyiyan tên kirin û dibe ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê hilbijartin çêbibe.   HER TIŞT JI BO HILBIJARTINÊ YE   Gefên hikûmeta Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bêguman ev helwesta milîtarîst di çapemeniya cîhanê de jî tê nîqaşkirin. Dîroknas û akademîsyenê Rûs Stanîslav Îvanov di malpera argumenti.ru yê de bi sernavê “Erdogan dîsa blofê dike û gefan li Kurdên Sûriyeyê dixwe” gotarek weşand û qala polîtîkaya Enqereyê ya Sûriyeyê dike. Îvanov dibêje ku Erdogan dixwaze bala gel a li ser qeyrana aborî û aloziya civakî bikişîne ser devereke din, ji bo vê jî hem di gotin û hem jî di pratîka polîtîkaya derve de êrişkar tevdigere. Li gorî Îvanov, rêveberiya Erdogan ketiye nava tirsa windakirina desthilatdariyê û dixwaze ku di sala 2022’yan de hilbijartin çêbibe.   ERDOGAN BLOFÊ DIKE   Stanîslav di berdewamê de jî balê dikişîne ser gotinên Erdogan ên ji bo Kirim û sefîran. Stanîslav rewşa Erdogan û hewldanên wî dişibîne “bocîk û fîl” ê di çîrokên Krîlov de cîh digirin û rexneyên giran dike. Rêbaza Erdogan wiha şîrove dike: “Wekî ku her kes jî li bendê bû, ji van gotinên lîstikvanê pokerê yê fortek jî tiştek derneket. Lê derdorên nîjadperest û îslamîst ji van gotinên gelek keyfxweş bûn.”    ERDOGAN LI SOÇIYÊ PUTÎN QANEH KIR   Îvanov anî ziman ku Erdogan li Soçiyê Putîn qaneh kiriye û wiha pê de çû: “ Bi vî awayî jî êrişên leşkerên Sûriyeyê û leşkerên biperegirtî yên Îranê sekinîn. Di navbera herdu aliyan de mijarên wek qaresatên mirovî û koçberiyê hatine nîqaşkirin. Erdogan Idlibê di bin kontrola xwe de digire, êrişa li dijî Kurdan dîsa xist rojevê û di raya giştî de jî Kurdan weke ‘gurê manco yê bikevz’ nîşan dide. Qaşo Kurdên ji Sûriyeyê bi xweseriya Rojava re ji bo Enqereyê talûke ne. Ev îcadên fîşal û xapînok ên padîşahê sîpe yê Tirk Erdogan, ji bo gelek siyasetmedar û pisporan tiştên deraqilane tên nirxandin. Ev çend salekin ku PKK nikare li Tirkiyeyê çalakiyan bike. Li hêla din Ocalan jî dê di tevahiya emrê xwe de li girtîgehê be… Ji roja damezirandina herêma xweser a Rojava heta niha şervanên Kurd hêj carekî jî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê binpê nekirine. Tenê yek carê jî gule li leşkerên Tirk nereşandine.”    TIRKIYE VEGUHERANDIN KORÎDOREKÊ   Dîroknasê Rûs got ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke xurt meşand, çeteyên cîhadîst bi serkeftî tune kir û Reqa bi dest xist. Îvanov bi domdarî jî dibêje ku di serdemeke wiha de rayedarên Tirk û hinek derdorên karsaz jî têkiliyeke xurt bi DAIŞ’ê re pêş xistin, bi hev re bazirganî kirin, çek û muhîmatên leşkerî ji DAIŞ’iyan re şandin, cîhadîst di nexweşxaneyên xwe de derman kirin û Tirkiye ji bo bi dehhezaran cîhadîstên dixwestin beşdarî DAIŞ’ê bibin weke korîdorekî hat bikaranîn.    HESABA 4 MILYON SURIYEYIYAN   Herî dawî jî Stanîslav Îvanov wiha dibêje: “Di van rojên dawî de liv û tevgereke zêde li Bakurê Sûriyeyê heye. SÎHA’yên Tirkan difirin, wesayîtên zirxî vediguhêzin herêmê. Wisa tê texmînkirin ku dixwazin êrişî Minbic, Til Temir, Kobanê, Eyn Îsa û Til Rifatê bikin. Muxalîfên Sûriyeyê dê wek leşkerên di eniyên pêş de tên xerckirin bi kar bînin. Dîsa yên herî zêde dê windahiyan bidin ev kom in. Wekî her carê leşkerên Tirk dîsa dê li paş bimînin û bi êrişên tank, top û hewayî piştgiriyê bidin wan… Tekane armanca Erdogan avakirina herêma biewle ya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê nîne. Di heman demê de dixwaze 4 milyon Sûriyeyiyên di kampên Tirkan de jî li van herêman bi cih bike. Li gorî hesaba wî, dê rewşa welat a zehmet hinek baştir bibe û di vê navberê de prestîj û popûleriya wî û partiya wî zêdetir bibe.”      MA / Îsmet Konak