'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e' 2021-10-31 15:36:54   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr, diyar kir ku bi êrişên ku li dijî girtiyan pêk tên girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê û ev tişt got: "Kesên ku silavên Esat Oktay dibin girtîgehan, bila silavên Kemal Pîr ji bîr nekin."   Di 23'ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan bi ser qawişên girtiyan de girtin û êrişî girtiyan kirin. Di vê êrişa ku bi çavdêriya midurê girtîgehê pêk hat de gardiyanan li gelek girtiyan dan û wan bi giranî birîndar kirin. Yek ji van girtiyan Mehmet Alî Çevîk rakirin nexxweşxaneyê. Li girtîgehan Şirnexê hê jî zext didomin û 35 girtiyên ku êriş li wan hat kirin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Malbatên girtiyan ku derbarê seeqkirina zarokên xwe de nehatine agahdarkirin ji bo zarokên xwe bi fikar in.    ÎŞKENCEXANEYA AKP’Ê    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî êrişa li wan hatiye kirin û sewqkirina girtiyan de axivî û ev tişt gotin;   "Bi zext û êrişan girtîgeh bûne navendên îşkenceyê. Desthilata AKP'ê bi polîtîkayeke sîstematîk bi erişên topyekûn xwe ji serdema nû re amade dike. Êrişî her devera ku kurdê azad lê ye dikin. Navenda van êrişan jî girtîgeh in. Demeke dirêj e li dijî girtîgehan êrişên zêde hene. Binpekirinên mafan û pêkanînên derveyî hiqûqê pêk tên. Piştî bi dawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ku di 27'ê mijdara 2020'an dest pê kir û di 12'ê îlonê de bi dawî bû zextên li girtîgehan zêde bûn. Herî dawî bi hinceta lêgerîna qawişê di 23, 24 û 25'ê cotmehê de li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin. Gardiyanan bi awayekî sîstematîk li girtiyan dan. Bi dehan girtî birîndar bûn.    SILAV Û BERXWEDAN!   Li gorî vegotinên girtiyan, dema êrişê gardiyanan ji girtiyan re gotiye, "dewlet hatiye" û "Me silavên Esat Oktay ji we re anî" û êriş pêk anîne. Zihniyeta ku li derve dibêje, 'Em dewlet in' û astengiyan derdize li girtîgehan jî xwe nîşan dide. Kesên ku ji girtiyan re gotine, 'Me silavên Esat Oktay anîne' divê berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Hakkı Karer ji bîr nekin. Girtîgeh timik ji bo gelê kurd bûne kelehên berxwedanê. Ji ber vê em hişyar dikin ku ev ziman zimanekî talûke ye. Ez ziman zimanê destilatê yê nebaşiya birêxistinkirî ye ku xwe li qadê jî nîşan dide.    GIRTIYAN SEWQÎ KUDERÊ KIRINE?   Girtiyên hatine sewqkirin sewqî kuderê hatine kirin? Me ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û Wezareta Edaletê agahî negirtin. Xizmên girtiyan bifikar in. Divê demildest rewşa tenduristiyê ya girtiyan bê aşkerakirin û bê diyarkirin ku girtiyan  sewqî kuderê kirine."    Ji 35 girtiyên hatine sewqkirin navê 21 kesan wiha ne: Mehmet Demîr, Alî Akdag, Mûrat Ûmûr, Ercan Ogûz, Mehmet Ayaz, Mehmet Alî Çevîk, Serhat Kayan, Nezîr Ayan, Faysal Ertaş, Mehmet Şerîf Akay, Cîhangîr Îşçen, NecmettÎn Orman, Hamza Sonmez, Ekrem Înedî, Celal Înedî, Şehmûs Kerçîn, Agît Bîrlîk, Mesût Olmez, Ebûbekîr Benek, Mehmet Urun, Mûrat Ûmûr.”