Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne. 2021-10-31 16:20:11   NAVENDA NÛÇEYAN -  Parlamenterê YNK'ê Loqman Werdî, diyar kir ku li Başûr Pêşmergeyên Roj ne yasayî ne û PDK wan ji bo armancên xwe yên hatine diyarkirin bi kar tîne.   Pêşmergeyên Roj di 12’ê nîsana 2012’an de bi biryara serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hate avakirin. Li başûrê Kurdistanê ji aliyê leşker û MÎT a dewleta tirk ve têne prerwerdekirin. Hemû pêwîstiyên wan ji aliyê Tirkiyeyê ve tên pêşwazîkirin. Niha pêşmergeyên Roj bi pêşengiya PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, nêzî HPG'iyan têne bicihkirin. Pêşmergeyên Roj bi hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê re tev digerin û herî dawî bi destê van 6 HPG'î li Xelîfanê hatin kuştin. Di hefteya borî de jî Pêşmergeyên Roj carek din êrîşî HPG'iyan kiribûn.   'NE YASAYÎ NE'   Der barê armanca avakirina Pêşmergeyên Roj de Parlamenterê YNK'ê Loqman Werdî ji Ajansa Rojnewsê re axivî û diyar kir ku tu agahiya wan derbarê kiryarên Pêşmergeyên Roj ku li başûrê Kurdistanê dikin tuneye, ew hêz ne yasayî ye û ji aliyê PDK’ê ve hatiye avakirin. Parlamenter Loqman, got ku Pêşmergeyên Roj ji bilî bargiraniya ji bo başûrê Kurdistanê tu feydeyek nadin herêmê û ev tişt anî ziman: “Bi awayek ne yasayî li Herêma Kurdistanê hatine avakirin, bila biçin parastinê li cihên xwe bikin. Çi alîkariyek jî bidin, dîsa ne yasayî ye. Ji ber ku ev ne hêza Herêma Kurdistanê ye. Hêza PDK’ê ye û PDK ji bo armancên xwe yên diyar avakiriye û bi kar tîne.”