Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî 2021-10-31 16:29:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Iraqê Qûsaî Ebaas, diyar kir ku dewleta tirk çekên bi peymanên navneteweyî qedexekirî ne bi kar aniye û ji ber ku têkildarî vê mijarê lêpirsîneke navneteweyî nehatiye destpêkirin nerazîbûn nîşan da.   Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Iraqê Qûsaî Ebaas, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ji RojNewsê re axivî. Ebaas, diyar kir ku Tirkiyeyê bi hinceta ewlekariya xwe ya neteweyî çekên bi qanûnên navneteweyî qedexekirî li bakurê Iraqê bi kar aniye û wiha got: "Me jî ji meqamên pêwendîdar gelek caran xwest ku di vê mijarê de lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin, lê mixabin tiştek nebû. Hem Hewlêr hem jî Bexda li hemberî çalakiyên dewleta Tirk bêdeng in."   DIBIN SEDEMA FELAKETÊN MEZIN   Di berdewamê de Ebaas, destnîşan kir ku ikaranîna çekên qedexekirî metirsîdar e û ev tişt anîn ziman: "Têkildarî sûcên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê kiriye divê hîn bêhtir agahî bi raya giştî re bêne parvekirin. Hem Hewlêr hem jî Bexda, bi bêdengiya xwe ya li pêşberî van çalakiyên dewleta tirk dibin sedema felaketên mezin."   BANGA LI SAZIYEN ELEQEDAR   Hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî li ser heman mijarê ji RojNewsê re axivî û ev tişt gotin: "Li gorî nûçeyên navneteweyî û medya cîhanê, dewleta tirk ji meha gulanê ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Haya hikumeta Iraqê ji vê rewşê heye. Selman, bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên pêwendîdar ên li Iraqê kir ku bûyerê li cih lêkolîn bikin.