Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine 2021-10-31 19:33:23   MÊRDÎN - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz serdana Îbrahîm Dînler û Faîze Dînler ku 7 roj in di bin çavan de ne kir û diyar kir ku leşkera bi kulm û pihînan li wan dane.    Di 22'ê cotmehê de artêşa tirk li herêma Omeriya Mêrdînê dest bi operasyone kiribû û di vê operasyonê de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû. Dema ku ev operasyona berdewam dikir di 25'ê cotmehê de leşkeran bi ser mala Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler (72) a li gundê Qurdîsê de girtibûn û binçav kiribûn. Ji vê rojê ve Dînler di bin çavan de ne. Dînlerê ku dema binçavkirinê leşkeran li w an dabû li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê tên ragirtin. Li ser serlêdana malbatê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê serdana Îbrahîm û Faîze Dînler kir.    DI BIN ÇAVAN DE JÎ ÎŞKENCE KIRINE     Hevserokê Şaxê ÎHD'ê Feyzî Adsiz, derbarê hevdîtina ku bi Dînleran re kir de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Adsiz, diyar kir ku Faîze û Îbrahîm Dînler nekarîibûne biaxivin û dema ku di nezaretê de bûne jî tundî li wan hatiye kirin û wiha got “Dema ku tundî li her du kesan tê kirin, diqîrin. Her du jî gelekî bifikar bûn. Divê ev îşkence derkeve holê û faîl werin cezakirin. Divê jin û mêr sewqî nexweşxaneyeke mezin werin kirin.”