ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-01 09:00:51 *  Derhêner Ozlem Yaşar ku fîlmê berxwedana Kobanê çêkir dibêje ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî rastî ye. Yaşar diyar kir ku ya diket ser milê wan jî ew bû ku vê rastiyê bi hunerê şênber bikin.  * Helîme Osman ku li Kobanê di eniyên şer de li dijî DAIŞ'ê şer kir û îro jî li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, diyar kir ku Tirkiye û DAIŞ ji "nasnameya berxwedêr a jinê" ku bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin ditirsin.    * Endam û xebatkarên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku li dijî polîtîkaya fuhûş û tîryakê têdikoşin, dibin hedefa polîtîkaya çewisandinê. Yek ji xebatkarên meclisê Mazlum Gok dibêje ku êdî nêzikatiya ‘bila tiştek bi min nebe hema çi bi kê dibe bila bibe’ bi kêrî tiştekî nayê û têkoşîneke birêxistinkirî şert e.   * Berovajiyê  gotinên desthilatê yên mîna "Qrîza aborî tune ye" û "Aboriya me difire" gelê Dîlokê dibejê ku  êdî kirîna nan jî ji bo wan zehmet e.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 238’emîn de didome.    * Derbarê 1’ê Mijdarê Rojba Kobanê ya Cîhanê de wê li gelek navendan çalakî bên lidarxistin. (12.00-17.00)   * 7'emîn danişîna doza Metîn Avci yê ku xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn qetil kir dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê pêk were. (13.00)