Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe 2021-11-01 09:01:16 ŞIRNEX – Endam û xebatkarên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku li dijî polîtîkaya fuhûş û tîryakê têdikoşin, dibin hedefa polîtîkaya çewisandinê. Yek ji xebatkarên meclisê Mazlum Gok dibêje ku êdî nêzikatiya ‘bila tiştek bi min nebe hema çi bi kê dibe bila bibe’ bi kêrî tiştekî nayê û têkoşîneke birêxistinkirî şert e. Polîtîkaya şerê taybet a li herêmê tê meşandin li gel operasyonên qirkirina siyasî, her wiha bi şêwazên wek tiryak, fuhûş, revandin û sîxûrkirinê li ser civakê şênber dibe. Pergala ku dixwaze hesta baweriyê di nava civakê de qels bike, bi vî awayî hewl dide tehekûma xwe li ser civakê xurt bike.    Ciwan û jin li dijî vê polîtîkayê wek gefa herî mezin tên dîtin lewma jî yên herî zêde dibin hedefa vê polîtîkayê ew in. Xebatkar û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî vê polîtîkaya ku di aliyên siyasî, aborî, civakî û çandî civaka Kurd dike hedefa xwe, xebatan dimeşînin. Lewma jî bûne armanca polîtîkaya çewisandinê. Di çarçoveya kampanyaya "Werin em tiryakêşiyê tune bikin û jiyana azad ava bikin” de li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz hat lidarxistin. Mazlum Gok (26) jî ji Edeneyê beşdarî tûrnûvayê bûye û yek ji ciwanane ku rastî zext û gefan hatiye.    HEWLDANÊN ÇAVTIRSANDINÊ   Gok da zanîn ku rastî gef û zexta sîxûriyê hatiye û wiha qala bûyerê kir: “Ez xebatkarê Meclisa Ciwanan a HDP’ê me. Navberekê kesek li min geriya ku min hejmar nas nedikir. Dema min bersiv dayî jî got; ‘Ez polîs im û navê min Ahmet e. Em dixwazin te bibînin. Di destê me de belgeyek heye û divê em radestî te bikin. Gelo dikarî werî qereqolê?’ Li ser van gotinan ez jî çûm qereqolê. 5 kesan ez xistim odeyekê. Gotin; ‘Em dixwazin bi te re hevnas bin.’ Dema min sedema vê yekê ji wan pirsiyayî gotin; ‘Em dixwazin bi te re hevkariyê bikin. Em dizanin ku tu diçî partiyê û tê. Li wir çi kirin û axaftin em dixwazin tu bo me bibêjî. Em jî dê alîkariya madî û manewî bidin te.’ Min jê re got ku karekî derqanûnî nakim û hewcehiya min bi alîkariyê nîne. Piştre jî ji wir çûm. Çend rojek piştre hatin febrîqeya ez lê dixebitiyam. Ez li wesayîteke bêplaka ku camên wê reş bûn siwar kirim. Dosyayek nîşanî min dan û gotin; ‘Ka em lê binêrin bê ka dê êdî bikarî biaxivî.’ Min çavek li dosyayê gerand û dît ku bi gelek sûcan hatime tawanbarkirin. Piştre ji min re gotin; ‘yan tu dê ji vir biçî yan jî dê rojekî jî xweşî bi canê te nekeve’ û li min xistin. Demek piştre bi ser mala min de girtin û hatim binçavkirin. Lê piştî ku min li dijî vê polîtîkaya tirsandin û bêzarkirinê li ber xwe da, êdî li holê xuya nekirin.”    ‘TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ FERZ E’   Di berdewamê de jî Gok anî ziman ku êdî feraseta ‘hema bila tiştek bi min nebe, çi bi kê dibe bila bibe’ bi kêrî tiştekî nayê û wiha pê de çû: “Tu li mala xwe rûnî û xwe tev li tiştekî nekî jî dê ew mar rojekî were û bi te ve bide. Dikare te ber bi tiryakê ve kaş bike. Dikare zarokê te bike tiryarkêşek. Dikare çand û zimanê te bipişêv e. Pergal bi taybet jî ji ciwanan ditirs e. Ji ber ku hêza muxalîf a sereke ye. Dema mirov li dîrokê dinihêre ev rastî hîn baştir tê dîtin. Em baş dizanin bê ka pêjaroja dikarin çawa ava bikin. Em pêşengtiya çalakiyên civakî dikin. Pergal jî ji bo pêşîlêgirtinê van tiştan dike. Li dijî jin û ciwanan şer daye destpêkirin. Ji hêlekî bi pergala perwerdeyê me dejenere dikin, li hêla din jî hewl didin me kesayetên bêfikr û bêhilberîn biafirînin. Lê dê bi ser nekevin. Hewceye em li dijî vê hewldanê bibin yek.”    TIRSA PERGALÊ YA JI CIWANAN   Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer (19) jî ji Wanê beşdarî tûrnûvayê bûye. Tuncer dibêje ku dema pergal li hemberî ciwanan têk diçe serî li rêbazên wiha dide û wiha axivî: “ Dixwazin bi vî awayî ciwanan bixin kontrola xwe. Bi şopandina fîzîkî hewl didin derûniya sûcdariyê li ser ciwanan ava bikin û bi vê zextê wan kontrol bikin. Dema firsendê dibînin jî hewl didin bi tirs û îşkenceyê ciwanan bi temamî kontrol bikin. Xebatên xwe yên sîxûrkirinê herî zêde jî li taxên polîtîk û birêxistinkirî dimeşînin. Li van taxan hewl didin ciwanan têxin çirava tiryak û fuhûşê. Bi vê hewldana xwe jî pergal dixwaze hêza pêşeng a civakê têxe bin venihêrîna xwe û civakê ji hêz bêxe. Ji ber ku rol û rista ciwanan diyar e. Ciwan pêşengên civakê ne. Lewma tirs û xofeke pir mezin a pergalê ji ciwanan heye.”    ‘BERTEKÊN CIVAKÎ DIKARE PÊŞÎ LÊ BIGIRE’   Tuncer herî dawî jî wiha got: “Bi polîtîkaya revandin û sîxûrkirinê re hewl didin hesta baweriyê ya civakê têk bibin. Dema em li dîroka Kurdan dinihêrin baş dibînin bê ka têkiliyên cîrantiyê di navbera Kurdan de çiqas bihêzin. Lê di van demên dawî de gotinên wek ‘ew mala he wiha ye, ev male wiha ye’ pêş dikevin. Ev gotin jî hesta baweriyê dikuje. Heke pergal di vê mijarê bi ser keve, dê bikare pêşî li pêşketina têkoşîna rêxistinkirî jî bigire. Dixwazin ku her kes xwe bikişîne quncikê xwe û jiyaneke li ser bingeha ezezîtiyê ava bikin. Hewceye em vê rêbaza şerê taybet a pergalê baş fêm bikin û bidin fêmkirin. Hewceye ku em li dijî sîxûrkirin, tiryak, fuhûş û bêesilkirinê bertekekî civakî nîşan bidin.”    MA / Omer Akin