Apro Dîrîl dîsa hat berdan 2021-11-01 13:50:54   ŞIRNEX - Apro Dîrîl ku di lêpirsîna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de piştî hatibû girtin û berdan, li ser daxwaza dozger careke din hatibû girtin, dîsa hat berdan.    Apro Dîrîl ê di dosyaya hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan de hatibû girtin, dîsa hat berdan. Apro Dîrîl ê di çarçoveya lêpirsîna windabûna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de di 23’yê Hezîranê de hatibû girtin, di 10’ê Îlonê de hatibû berdan. Dîrîl ê li ser daxwaza Dozgeriya Elkê di 2’yê Cotmehê de careke din hatibû girtin, duh şev careke din hat berdan.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku niştecihên gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê bûn, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliye kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li kêleka Çemê Hêzilê hatibû dîtin lê ji 600 rojan zêdetir e ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin. Apro Dîrîl ê di çarçoveya lêpirsîna windabûna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de yekane bersûc e, du caran hat girtin û berdan.    Li aliyê din biryara “nepen” a li ser dosyaya lêpirsînê hêj didome.