ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-12 09:00:42 * Li 8 kesên tevli pîrozbahiya Newrozê bûn, bi hinceta "guh li pîvanên maske, mesafeya fizîkî û hijyenê nekirin" bi giştî 27 hezar û 968 TL ceza hat birîn.  * Rêvebirê DBP'a Wanê Hamdûllah Kûmlî ji ber ku mehekê zêde di girtîgehê de maye, doza 7 hezar TL tazmînatê kiribû. Dadgehê daxwaza Kûmlî red kir û bi ser de jî 4 hezar û 75 TL heqê dadgehê xist stuyê Kûmlî.   * Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, diyar kirin ku bi salan e şahidê vî şerî ne û ji bo aştiyê îşaret bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.   * Li 2 nexweşxaneyên zarokan ên Amedê ku rojê 600-900 nexweş diçinê, tenê 3 bijîşk hene.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê sibê 250 rojên xwe temam dike. Emîne Şenyaşar bang kir: "Ji malbata min 3 kes kuştin. Em jî li vira, li ber edliyeyê dimirin. An bila me bigirin, an me bibin cem kurê min û an jî bila kurê min berdin. Berê bimirim dixwazim kurê xwe bibînim."   * Rejîmên otorîter ku penaberan wekî piyonan bi kar tînin, bi vê re gefê li Ewropayê dixwin. Belarûs jî wekî Tirkiyeyê tacirtiya penaberan dike û li benda alîkariyeke YE'yê ye.    * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 249'an de didome.    * Kesên ku li Federasyna Anarşîstên Şoreşger tundî li wan hatiye kirin û hatine tacîzkirin wê li Şaxa ÎHD'ê ya Strenbolê daxuyanî bidin. (12.00)   * SES, derbarê budçeya Wezareta Tenduristiyê ku di 25'ê mijdarê de hevdîtinên li ser dest pê bikin de li navenda xwe ya giştî daxuyanî bide. (12.30)   * Wê TOHAV parêzer Medet Serhat ku beriya 27 salan hatibû kuştin li ser gora wî ya Goristina Zîncîrlîkûyûyê bi bîr bîne. (13.30)   * Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiya Jinê" de wê TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê li Qada Beylîkduzu ya Stenbolê bi jinan re rê bên gelhev. (14.00)   * Danişîna doza ku bi angaşta "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Rihayê bê dîtin. (14.00)   * Li Stenbolê rêxistinên karkeran wê têkildarî heqdesta asgarî li pêşiya Navenda Dan û Standinê ya Cevahir daxuyanî bidin. (19.00)