Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn 2021-11-12 09:04:59   STENBOL - Li 8 kesên tevli pîrozbahiya Newrozê bûn, bi hinceta "guh li pîvanên maske, mesafeya fizîkî û hijyenê nekirin" bi giştî 27 hezar û 968 TL ceza hat birîn.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kadikoyê Nîmet Çelebî Erdogan jî di nav de li 8 kesên ku di 18'ê Adarê de li Taxa Dûmlûpinar a semta Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoy a Stenbolê tevli pîrozbahiya Newrozê bûn bi giştî 27 hezar û 968 TL ceza hat birîn. Cezayê pereyî bi hinceta "guh li pîvanên maske, mesafeya fizîkî û hijyenê nekirin" hatiye birîn.    Hevseroka HDP'î Nîmet Çelebî Erdogan, got: "Piştî pîrozbahî dest pê kir bi saetekê 40 polîs hatin cem me. Bi dengekî bilind gotin, 'Kî vê pîrozbahiyê dike, we destûr ji kê stend, hûn çi dikin?' Min jî got xebateke partiyê ye û ne sûc e. Xwestin em agir bitemirînin. Paşê nasname kontrol kirin." Erdogan, diyar kir ku paşê polîsan zabitname çêkirine û bêyî ku rê wan bidin ji wan hatiye xwestin ku îmze bikin û got: "Min got, tiştekî ku me nexwendiye em îmze nakin û em îmze nekir."    LI KESÊN BI MASKE CEZAYÊ MASKEYÊ   Erdogan, bilêv kir ku di 27'ê Tîrmehê de teblîxat ji wan re hatiye û wê çaxê pê hesiyane ku ceza li wan hatiye birîn. Erdogan got: "Ên li wir bimaske bûn û hay ji mesafeya fizîkî hebûn. Tew wêne û dîmenên wê çaxê jî hene."    ÎTIRAZ   Erdogan, bilêv kir ku îtiraz kirine û got: "Ev ceza ne ji ber maske û mesafeyê ye. Sirf ji bo me bitepisînin wiha dikin. Ev ceza polîtîkayeke dewletê ye li hemberî kurdan û Newrozê. Polîtîkayeke nefretê ye. Em nadin. Em ê her sal jî cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin."    MA / Mûhammet Enes Sezgîn