Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî 2021-11-12 09:05:31   WAN - Rêvebirê DBP'a Wanê Hamdûllah Kûmlî ji ber ku mehekê zêde di girtîgehê de maye, doza 7 hezar TL tazmînatê kiribû. Dadgehê daxwaza Kûmlî red kir û bi ser de jî 4 hezar û 75 TL heqê dadgehê xist stuyê Kûmlî.    Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Hamdûllah Kûmlî, ji ber dozeke sala 2007'an 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Cezayê Kûmlî di sala 2010'an de hat teqezkirin. Kûmlî, piştî înfaza xwe temam kir hat berdan. Piştî pakêtên darazê yên nû hatin çêkirin, dosyeya Kûmlî cardin hat vekolandin û derket holê ku 6 sal û 3 meh cezayê wî wekî 6 sal û 9 meh hatiye hesibandin.    CARDIN WÎ BIRIN GIRTÎGEHÊ   Kûmlî, di 9'ê Adara 2015'an de gava ji bo pasaporta xwe çû midûriyeta polîsan, li wir bi hinceta ku derbarê wî de biryara lêgerînê heya hat binçavkirin û paşê hat girtin û wî şandin girtîgehê. Piştî vê parêzerê wî dosyeyê vekoland û ji bo şaşiya hatiye kirin bê sreerastkirin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê da. Dadgehê jî biryar da ku şaşiya hatiye kirin bê sererastkirin û biryar da ku Kûmlî bê berdan. Kûmlî, ji ber vê şaşiyê mehekê zêde di girtîgehê de ma.    DOZA TAZMÎNATÊ   Kûmlî ku belesebeb nêzî mehekê di girtîgehê de ma, di sala 2015'an de bi hinceta "girtineke belesebeb" Wezareta Darayî da ber dadgehê û doza 7 hezar TL tazmînatê kir.    Wezaretê di parêziya xwe de derpêş kir ku "kes ji ber qisûra xwe hatiye girtin û lewma ji ber vê qisûrê nikare doza tiştekî bike." Her wiha wezaretê di parastina xwe de angaşt kir ku dê 7 hezar TL bibe sedema "zengîniyeke neheq."    Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê jî parêziya wezaretê esas girt û derpêş kir ku di bûyerê de tu neheqiyek tune ye û daxwaza Kûmlî red kir.    HEQÊ DADGEHÊ JÎ XISTIN STUYÊ WÎ   Her wiha dadgehê biryar da ku Kûmlî heqê mesrefa dadgehê bide. Heyeta dadgehê 4 hezar û 75 TL heqê mesrefê jî xist stuyê Kûmlî.    Kûmlî, destnîşan kir ku ev biryar asta pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê nîşan dide. Kûmlî, anî ziman ku heger Dadgeha Îstinafê jî biryara dadgeha herêmî qebûl bike dê serî li Dadgeha Bilind bide.    MA / Dîndar Karataş