6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin 2021-11-12 09:06:52 AMED - Li 2 nexweşxaneyên zarokan ên Amedê ku rojê hezar û 800 kes serî li beşên lezgîn didin. Li her du nexweşxaneyan tenê 6 bijîk peywir dikin.    Li Amedê piştî dinya sar bû hejmara kesên ku bi grîpê dikevin zêde bûye. Bi taybetî jî liv û tevgera li nexweşxaneyên zarokan pir zêde bûye. Li bajêr du nexweşxaneyên zarokan hene û di nava hefteyê de rojê hezar û 800-900 kes û dawiya hefteyê jî 600-900 kes diçin nexweşxaneyê. Nîvekî rojê hezar û 800 kes diçin her du nexweşxaneyan. Lê belê dawiya hefteyê li her nexweşxaneyekê tenê 3 bijîşkên nobedar dixebitin. Ji ber vê zarok û malbat bi saetan li benda dora xwe disekinin.    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, rewşa nexweşxaneyan nirxand.    Guldîken, anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'ê liv û tevgera li nexweşxaneyên Tirkiyeyê zêde bûye, lê hejmara bijîşkan kêm e.    TENDURISTIYA GEL   Guldîken, da zanîn ku di çend mehên dawî de zêdetir 30 bijîşk ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, Nexweşxaneya Zayinê û Nexweşên Zarokan û Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan îstifa kirine û got: "Li bajarekî ger zêdetirî 30 bijîşk îstifa kiribin, nexwe li wî bajarî tenduristiya gel bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye."    PÊDIVÎ BI 100 HEZAR TENDURISTKARÎ HEYE   Guldîken, destnîşan kir ku ji ber demsalê nexweşîn zêde bûne û ji ber îstifakirina bijîşkan liv û tevgera li nexweşxaneyan zêde bûye û sedema vê yekê jî ew e ku tenduristkar di dema tayinkirinê de di lêpirsîna ewlehiyê de asê dibin. Guldîken, diyar kir ku demildest divê tenduristkar bêyî mulaqatê û lêpirsîna ewlehiyê bên tayinkirin.   Guldîken, bilêv kir ku ji roja roj de dibêjin herî kêm pêdivî bi 100 hezar tenduristkarî heye.    RANT   Guldîken, anî ziman ku sedemeke din a zêdebûna liv û tevgera li nexweşxaneyan ew e ku saziyên tenduristiyê tenê li hin bajaran tên çêkirin û got: "Dê li Amedê bi 620 milyon TL'yî Nexweşxaneya Bajêr bê çêkirin. Ev ranteke pir mezin e. Ji dêvla vê dikarin nexweşxaneyên li gor navçeyan çêbikin. Bi vî awayî dê xizmeta tenduristiyê hêsantir bibe. Tişta ku hikûmet dike ranta alîgirên wê ye. Ketiye etra ku alîgirên wê hîn zêdetir qezenc bikin."    ‘DIVÊ HEJMARA BIJÎŞKAN BÊ ZÊDEKIRIN'   Guldîken, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna liv û tevgera li nexweşxaneyên nexweşînên zarokan, bijîşk jî dema muayeneyê kêm dike û got: "Piştî protokola nû Wezareta Tenduristiyê hema bibêje bijîşkek herî zêde 5 deqeyan li nexweşekî/ê mêze dike. 3 bijîşk û ev her 3 bijîşk jî di heman wextî de ne li serwîsa lezgîn in. Ji van bijîşkan dudo jê bi awayekî çalak dixebitin. Ê din jî bêhan xw evedide. Paşê yekî din bêhna xwe vedide û yê din diçe şûna wî. Li nexweşxaneyeke ku tenê 2 bijîşk lê ne, di nava 24 saetan de 700 nexweş tên û ev nexweş jî zarok in. Guhlêkirina li çîroka nexweş, etşxîskirina nexweşînê û tedawîkirina wê pir girîng in. Lê gava em li van şert û mercan mêze dikin, em dikarin bibêjin ku tenduristiya gel bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Helbet teşxîsên rast û tedawiyên rast tên kirin, lê di warê demê de tenduristiya zarok ber bi xetereyê ve diçe. Di rewşeke wiha de tişta ku divê bê kirin, pêşî divê pergala wardiyayê bê çêkirin û hejmara bijîşk û xebatkaran bê zêdekirin."