‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’ 2021-11-12 11:26:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Her çiqas di ser komkujiya Sînemaya Amûdê re 61 sal derbas bûbûn jî ji bo gelê kurd nehatiye jibîrkirin. Mihemed Emîn Abdûlselam ê ku ji şewatê sax rizgar bû anî ziman ku ne tenê 283 zarokan jiyana xwe ji dest daye 283 malbat şewitîn.    Şewata Sînemaya Amûdê an jî bi navê din “Agirê Sînemaya Şehrezad” di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13’ê Mijdara sala 1960’an de li navçeya Amûdê ya bi ser Qamişlo de qewimî. Di Şewata Sînemaya Amûdê de 283 zarokan di nav pêtên agir de heliyan û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo piştgiriya “Şoreşa Cezayîrê” filmekî bi navê “Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcê nîvê şevê)” ku ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin, hemû pereyên ku ji dahatûya bîletên sînemayê bihata berhevkirin wê bi armanca piştevaniya gelê Cezayîrê re bihata şandin.   Eywana sînemayê ku kapasîteya wî li gorî 200 kesî hatibû çêkirin, lê wê rojê zêdetirî 500 zarokan wê li wî filmî temaşe bikira. Dema agir dest pê kir, deriyê eywana sînemayê girtî bûye û di vê komkujiya giran de 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 200 zarok jî birîndar bûn.   Li gor gelek kesan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye, lê li gorî hin şahidên komkujiyê jî agir bi xwe ji ber qontaxa ceyranê derketiye. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû, di şeva şewatê de ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Tê gotin ku di dawiyê de stûnek bi ser Mihemed Seîd Axayê Deqorî de dikeve û jiyana xwe ji dest dide.     HETA NIHA JÎ KOMKUJÎ NEHATIYE RONÎKIRIN    Heta niha ji aliyê dewleta Sûriyê ve derheqê bûyerê de tu lêpirsînek nehatiye kirin, eger hatibe kirin jî heta niha encamên wê nehatiye aşkerekirin. Derbarê derketina bûyerê de ku heta niha ji aliyê fermî ve tu lêpirsîn nehatiye kirin, tenê nivîskarekî kurd ê bi navê Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê “Agirê Sînema Amûdê” de bi hin pirsan dixwaze, hin tiştan zelal bike.    Namî, di pirtûka xwe de diyar dike ku berî ku ‘Midûrê nahiyê’ (Berpirsiyarê bajêr ku ji aliyê hikumetê ve hatiye erkdarkirin) biryara kirêkirina filmekî bide, gelê Amûdê alîkariyek baş ji bo piştgiriya miletê Cezayîrê dabûn hev. Namî, di vir de van pirsan dike: “Gelo çima midur ev biryar stand, piştî berhevkirina alîkariya serekî ji aliyê Amûdiyan ve? Ew alîkarî hindik bûn, pereyên ji sînemayê hatin çiqas bûn, gelo midûr çima wiha kir? Pirsa din jî ew e; xwediyê sînemê jî Bavê Şêrgo (kurdekî Şamê bû, li Amûdê wê demî memûrê hikumetê bû, kurekî wî bi xwe di sînemê de mir) xwestibû ji bo sekinandina motora sînemê, ji ber ku xuya bû pir germ bibû û ditirsiya ku şewat derkeve. Ji bo vê jî bi midûr re diaxive û dixwaze motora sînemayê vemirîne, lê midûr ew mecbûr kir ku sînema berdewam bike. Ma gelo ew midûr dixwest hemû zarokên ku piranî ji dibistana Mutenebbî û Xezalê ku xwendekarên van her du dibistanan jî xort bûn, bi tevahî bişewitîne. Ligel ew xeteriya derketina şewatê hebû jî gelo midur çima ewqas israr kir ku sînema berdewam bike? Em van pirsan jî dipirsin; Çima tu mamoste bi zarokan re tune bûn? Çima tu zarokên berpirsiyarên bajêr nehatin şewitandin? Û li ser vê yekî tê gotin ku zarokên midur bi xwe berî şewata sînemê bê ku hincetek nîşan bidin li ser daxwaza bavê wan berê de ji sînemayê hatin derxistin?”   BAXÇEYÊ PAKREWANAN    Niha li dora Sînemaya Amûdê wek e parek bi navê Baxçe Pakrewan a hatiye çêkirin û di nava parqê û bi dîwarê sînemayê ve wêne û navên zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, peykerek a çend zarokan a sembolîk hatiye danîn û wêneyê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ku gelek zarokan ji şewatê xilas dike û di encamê de jiyana xwe ji dest dide, hatine daliqandin.    Têkildarî komkujiyê li parqa dora Sînemaya Amûdê em bi şahide bûyerê Reşîdê Fatê (73), Mihamed Emîn Abdûlselam (73) û Mihamed Mahmûd Qaso ku birayê xwe şewatê de winda kir re hevdîtin kir.    'JI BO PIŞTGIRIYÊ'    Reşîdê Fatê, ku dema şewat derket 12 salî bû anî ziman ku wan zarokan tenê ji bo piştgiriyê bide xelqê ku bi hezaran kîlometre dûr ên Cezayîrê ku mafê xwe dixwestin, bîleta sînemayê kirîn û çûn sînemayê.  Reşîdê Fatê wiha şahidiya bûyerê kir: “Wê demê ez di pola 5’an de bûm.  Hatin gotin ji bo xelqê Cezayîrê re tişt bên şandin, bileta sînemayê firotin me. Serê biletê tam nayê bîra min 20 wereqe an jî 30 wereqe (qûrûş) bû. Kêfa me jî hat, me got em ê herin sînemayê. Em hatin sînemayê, axûr jê saxlemtir bû. Li dora 40 santîm binê erdê de bû û ji axê hatibû çêkirin. Ez û bi çend xwendekarên ku 12 salî çûbûn li ser balqona text rûniştibûn. Her kesî bi bêdengiyek mezin li filmê temaşe dikir, jinedîve şoqa filmê bi temamî spî bû û piştre sekinî. Piştre dengê wekî ku teyare nizim difire dengek wisa hat. Me dît tîrêjên agir ji kuleka odeya ku film li wir hatibû hazirkirin derdiket. Ji nişka ve agir gur bû. Me jî li ser balqonê bang kir, hawara agir kir. Em ên ku li ser balqonê çûn ber derî, lê me dît derî hatiye kilîtkirin. Zarok hemû qîjawîja wan diqêrin. Em beziyan deriyê din ê aliyê başur, me dît ku hemû zarok çewa bi torê masî tê girtin ser hev ketine erdê, rewşa wan jî wisa bû. Çimkî her kes dixwest bireve û xwe xilas bike. Deriyek şikest û yên ku derketin li derve ketin erdê. Ez derketim derve bêhna min hinek derket, hêdî hêdî min nefes rehetî girt û berda. Ez paşê pê hesiyam ku lingê min şewitîne."   ‘YÊN KU RÛHSAT DANE SÎNEMAYÊ SÛCDAR IN’    Reşîdê Fatê destnîşan kir ku yên rûhsat dane Sînamayê sûcdar in û wiha domand: "Ew zarokên ku temenê wan di navbera 5-12 salî de bûn, nizanibûn çi çiye. Derketina agir jî, ji ber qabloyên sînemayê germ bûbûn û agir wisa derket. Lê di wê salona teng de çima ewqas zarok xistine wir ew jî bi guman e û zelal nebûye.”   DI ŞÛNA KURXALÊ XWE DE DIÇE SÎNEMAYÊ    Mihemed Emîn Abdûlselam ê ku dema şewat derket 12 salî bû jî anî ziman ku ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê çûne sînameyê û wiha got: "Dema em çûn sînemayê ez diçûm pola 6'emîn. Kurê xalê min û ji xwe re bilêt peyda kiribû lê jinxala min nehişt lawê were. Ez ji dewsa wî çûm. Dema gotin sinema ez keyfxweş bûm lê cihê em çûn ne mîna sînamayê bû. Mîna axurêkî bû. Binê wê ax bû, her der textê bûn. Gelek zarok hebûn. Hinek li erdê dirûniştin. Dema şewat derket hemû zarok bazdan ber bi derî ve û hevdû dan erdê. Di heman kêliyê de şewat li hemû sînemê belav bû. Min demek dît derî şikest û ez ji nav agir beziyam û xwe avêt derva."   ‘TENÊ NE 283 ZAROK 283 MALBAT ŞEWITÎN’    Mihemed Emîn Abdûlselam bi bîr xist ku her peyva sînamayê dibihîze şewat tê bîra wî û got: "61 sal derbas bû lê min kêlîyekî jî jibîr nekiriye. Her cara peyva sîname derbas dibe dîsa zarokê ku dihatin şewitandin tên bîra min. Li Amûdê tenê ne 283 zarok hatin şewitandin, 283 malbat şewitîn. Ku ew zarok nehatibana şewitandin niha hemû mezin bûbûn û xwedî malbat bûn."   ‘DI HER PEYVA SÎNEMAYÊ DE ŞEWAT TÊ BÎRA MIN’    Mihamed Mahmûd Qasim (71) e kû di şewatê de birayê wî Şêxmûs Mahmûd Qasim e 8 salî jiyana xwe ji dest daye jî diyar kir ku birayê xwe tu carî ji bîr nekiriye û wiha got: "Dema şewat derket ez 10 salî bûm. Ez ne çûbûm sînamayê, lê birayê min çûbû. Dema şewat derket ez çûm cihê sînamayê. Her der agir bû. Ez li birayê xwe digeriyam. Gelek brîndar hebûn lê ew ne di nav wan de bû. Piştî birayêmin şehît ket diya min gelek xemgîn bû û tu carî tenduristiya wê wekî berê nebû."   MA/ Emrullah Acar