Kesên ji bo alîkariya civakî serî lê didin dikin endamên AKP’ê 2021-11-12 12:11:34   AMED - Şehmûz Bozkûş ê diyar kir ku li navçeya Peyasê nûnerê taxê yê AKP’ê ye, li xwe mikur hat ku di bin navê alîkariyê de welatiyan dike endamê AKP’ê.    Alîkariyên ji aliyê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ve ji bo malbatên xizan tên kirin, li Amedê ji bo armancên cuda tên bikaranîn. Şehmûz Bozkûş ê li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Kayapinarê xwe weke Serokê Nûnertiya Taxê ya AKP’ê da nasîn, li xwe mikur hat ku di bin navê “alîkariya civakî” de welatiyên hewcedar dike endamên AKP’ê. Bozkûş ê ku di bin navê ‘ofîsa alîkariyê’ de ofîsa xwe ya emlakê vegerandiye nûnertiya AKP’ê, bêyî ku agiyê bide kesên serlêdana alîkariyê dikin, dike endamên AKP’ê. Welatiyên ku tenê ji bo alîkariyê serî lê dan, pişt re hîn bûn ku kirine endamê AKP’ê.    ENDAMTIYA AKP’Ê BI PEYAMÊ ZANÎ   Welatiyekî ku tenê ji bo alîkariya civakî serlêdan kiriye got ku bêyî agahiya wî kirine endamê AKP’ê û bi lêv kir ku bi peyama ji wî re hat zaniye ku kirine endam. 3 peyamên ji welatiyê ku nexwest navê xwe bide re hatine wiha ne: “Endamtiya we bi serkeftî pêk hatiye. Em rojên bitendurist ji we re dixwazin.” , “Birayê min ê ezîz, hûn bi xêr hatin nav malbata me ya herî mezin a Tirkiyeyê Ak Partiyê. Ji roja destpêkê ya hatiye damezrandin û vir ve Ak Partî hewl daye weke deng û wijdanê neteweya me xizmetê jê re bike.” , “Di encama pêvajoya endamtiya we de em belgeya we ya endamtiyê ku bi navê we tê weşandin pêşkêş dikin û ji we re rojekî xweş dixwazin.”   600 KES KIRIN ENDAM   Şehmûz Bozkûş ê ku em li ofîsa wî ya emlake li ser îdiayan pê re axivîn xwe weke nûnerê Taxa Hûzûrevlerî da nasîn. Bozkûş, li xwe mikur hat ku kesên ji bo alîkariyê serî lêdane kirine endamên AKP’ê û anî ziman ku di heman demê de di salên 2001 û 2007’an de bi heman awayî welatî kirine endamên AKP’ê. Bozkûş, dazanîn ku careke din dest bi heman xebatê kiriye û wiha got: “Ez ji aliyê AKP’ê ve weke nûnerê taxê hatim hilbijartim. Welatî tên vê derê dibin endamê serokatiya min, endamê AKP’ê. Ji alikariya civakî çi tê em didin wan. Nêzî 500 600 kes min kirin endam. Ji kesên ku tên alîkariyê digirin re dibêjim ‘werin bibin endam çi pêwist bibe ez ê bikim’ û her tiştî ji wan re vedibêjim.”   KESÊN DI DORÊ DE: HAYA ME JÊ NÎNE   Jinên ku wê demê ji bo alîkariyê di dorê de disekinîn jî bi lêv kirin ku haya wan jê nîne ku kirine endamên AKP’ê. Jinên ku nexwestin navê xwe bidin wiha gotin: “Em jî nizanin ka em endam in an na. Ji vê jî agahiya me nîne. Em tenê ji bo alîkariya komir hatin. Bi rastî alîkariyeke çawa dikin em jî nizanin.”    ‘EZ NABIM ENDAMÊ WÊ PARTIYÊ’   Jineke din a li cihê qeydên alîkariyê bû nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Ez naçim alîkariyê bigirim. Ez dizanim ku li vir endamtî tên çêkirin. Ji bo alîkariyekê ez naçim bibin endamê wê partiyê lê mirovên ku derfêtên wan nînin bêyî ku zanibin diçin dibin endam.”   MA / Ergîn Çaglar