Dozera ku malê hildweşand wergeriya: 2 kes birîndar bûn 2021-11-12 14:12:54   AMED - Li Taxa 450 Evlera Amedê di dema hilweşîna malekê de dozer qelibî û yek jê giran 2 kes birîndar bûn.   Li taxa 450 Evler a navçeya Yenîşehîra Amedê di encama dozera ku di xerakirina mala ku tê îdiakirin bêîmar e hat bikaranîn, ji ber cihê xelet hilweşand qelibî. Hat diyarkirin ku di encama wergeriya dozerê de ajokar Alî Gaffar Okan Atabey û ciwanê bi navê Mehmet Saz birîndar bûne.   Hat zanîn ku ajokarê ku hat diyarkirin bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê, ciwanê ku bi sivikî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.