Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê 2021-11-12 16:13:28   AMED - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca ku zextên li ser çand û zimanê kurdî, hunermendên ku ji bo di stranên xwe de gotin Kurdistan tên darizandin bir rojeva Meclîsê, pirs kir ku ev yek azadiya îfadeyê binpê dike an na.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, peyva “Kurdistanê” ku di demên dawî de bû mijara niqaşan û binçavkirina kesên ku ev peyv bikaranîn bir Rojeva Meclîsê. Ûca, têkildarî mijarê pêşniyazpirs pêşkeşÎ Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay kir.    ZEXTÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ ZÊDE BÛN   Ûca di pêşniyaznameya xwe de wiha got: “Desthilata ku bi ‘serbest’ axaftina kurdî ya li qadên cemaweriyê pesnê xwe dide, her roja ku diçe zextên li ser çand, huner û zimanê kurdî zêde dike. Navê erdnîgariya ku bi hezar salan e kurd lê dijîn “Kurdistan” ku rayedarên dewletê jî her tim bikartînin, dema kurd û mûxalîf bikartînin dibe sedemê ceza û birînê.”   Ûca, serdana Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan a Êlihê bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Li bajarê kurdan ji ber di strana kurdî de peyva ‘kurd’ derbas dibe stran guhertine û xwendine. Saziyên ku perwerdehiya kurdî didin bi awayekî mayînde tên girtin, lêpirsîn li mamosteyên ku dersên Çand û Zimanê Kurdî didin tê vekirin, akademîsyen tên girtin. Zext li şanoya kurdî tê kirin û lîstikên wan tên astengkirin. Gelek hunermendên kurd ji ber karê xwe hatine girtin an jî derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Herî dawî; ji ber di strana wî de peyva ‘Kurdistan’ derbas dibe hunermend Veysî Ermîş ceza girtiye.”   Ûca ji bo ku Oktay bi bersivîne ev pirs pirsîn:   “*Gelo qet bingeheke yasayî heye ku nehêlin kurd zimanê xwe di warê hunera çandî ya wekî şano, wêje, muzîk û sînemayê de ji dewletê serbixwe bi kar bînin?    * Ma ne binpêkirina azadiya ramanê ye ku hunermend Veysî Ermîş ji ber ku di strana xwe de gotina “Kurdistan” gotiye tê cezakirin? Ji bo ku bibe sûc an jî nebe sûc, bikaranîna peyva Kurdistanê girêdayî kes an jî kesên ku bi kar tînin diguhere?    * Di 10 salên dawî de çend qurs û şanoyên kurdî hatine girtin? Çend hunermend, nivîskar, rojnamevan û akademîsyen ji ber bikaranîna termê Kurdistanê ketine ber lêpirsînê?    * Tirkiye ji ber binpêkirina azadiya ramanê çend caran li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye mehkûm kirin?    * Heta niha çend hunermend ji ber ku bi kurdî stran gotine hatine binçavkirin? Çend ji wan hatine girtin?”