Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin 2021-11-12 16:58:54   RIHA - Dozgerê lêpirsîna qetilkirina Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal ku 3 sal û 5 meh in bi biryara “nepenîtiyê” berdewam dike, cara 9’emîn hat guhertin.    Di 14’ê Hezîrana 2018’an de Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî û xizmên wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ferden malbata Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal qetilkiribûn. Dozgerê lêpirsîna qetilkirina ferdên malbata Şenyaşar ku 3 sal û 5 meh in bi biryara “nepenîtiyê” berdewam dike, cara 9’emîn hat guhertin.    Parazvanf û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî cihên kar ên malbata Senyaşar kiribûn û birayên hev Adil û Celal Şenyaşar ên di êrîşê de bi giranî birîndar bûbûn û bav Hacî Esvet Şenyaşar ê hatibû nexweşxaneyê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetil kiribûn. Lêpirsîna ku dihat bi rê ve birin weke li kargeh û nexweşxaneyê hate parvekirin. Di danişîna têkîldarî kargehê ku di 2’yê Nîsanê de li Meletiyê hat dîtin de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh cezayê hefsê, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hatibû birîn.    Di dosyaya lêpirsînê ya têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê hatiye dîtin de ligel 3 sal û 5 meh derbas bûn jî biryara “nepen” nehat rakirin. Ferît Şenyaşar ê bi sererastkirina dosyayê çû edliyeyê, hîn bû ku cara 9’emîn dozger hatiye guhertin. Beriya niha jî 7’emîn dozgerê ku li dosyayê dinêrî û piştî got ‘têkildarî tîştên hatin qewimîn 23 kesên hatine tespît kirin’ hatibû guhertin. Dozger Mehmet Alpaydin ê beriya 3 mehan dosya dewr girt jî 45 roj bi destûrê derbas kir.    LI DIJÎ BIRYARÊ NERAZÎBÛN   Dayik Emîne Şenyaşar a guhertina dozger hîn bû, li dijî biryarê nerazîbûna xwe nîşan da. Dayik Şenyaşar, lorand û bi gotina “Em li vê derê ji bêedaletiyê dimirin lê bêrawestan dozger tên guhertin. Her roj dozger tên guhertin. Çima dosya nayê vekirin?” nerazîbûna xwe nîşan da.    Îtîraza ku parêzerên malbata Şenyaşar ji bo biryara “nepen” a têkildarî lêpirsîna êrişa duyemîn a nexweşxaneyê hatibû kirin, di 21’ê Nîsanê de hatibû redkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku malbatê îtîraz veguhest wê derê jî hêj biryar nedaye. Di nava daxwazên Nobeta Edaletê ya 249 roj in li ber Edliyeya Rihayê dewam dike de, rakirina biryara 'nepenîtiyê' ya li ser dosyayê heye.