Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin 2021-11-13 09:05:46 MERSÎN - Nûnerê Sendîkaya Xwendekaran a Mêrsînê Îpek Arapoglû, diyar kir ku ji ber ku hejmara wargehên xwendekaran kêm in, xwendekar di xaniyên bi kirê de dimînin û got: "Em ji bo debarê xwe hem diçin dibistanê hem jî dixebitin."  Li Tirkiyeyê bi krîza aborî re xwendekarên zanîngehê jî êdî nikarin debara xwe bikin. Nûnera Sendîkaya Xwendekaran a Mêrsînê Îpek Arapoglû, behsa zor û zehmtiyên ku xwendekarên zanîngehê bi wan re rû bi rû dimînin.    Arapoglû ku di heman demê de xwendekara Zanîngeha Mêrsînê ye jî, destnîşan kir ku gelek kes bi torpîlê tayinî şûna akademîzyenên îmzevanê aştiyê yên hatine îxrackirin hatine kirin û got: "Kesên hatine tayinkirin di qada xwe de ne şareza ne. Mixabin Zanîngeha Mêrsînê tenê xwendekarên bidîplome digihîne."    MESELEYA WARGEHAN   Arapoglû, diyar kir ku di warê wargehê de pirsgirêkên xwendekaran hene û xwest hejmara wargehên xwendekaran bê zêdekirin. Araopglû, bilêv kir ku heman pirsgirêk li Zanîngeha Mêrsînê jî heye û got: "Kapasîteya wargehê kêm e. Ji ber vê xwendekar an diçin wargehên taybet an jî xanî kirê dikin. Mixabin wargehên taybet ji xaniyên bikirê bihatir in."   HEM DIXWÎNIN HEM DIXEBITIN    Arapoglû, destnîşan kir ku bûrs û krediya ku dewlet dide xwendekaran kêm e û got: "Êdî xwendekar nikarin debara xwe bikin. Em ji bo debara xwe bikin hem diçin dibistanê hem jî dixebitin. Hin hevalên me yên xwendekar hene rojê bi 50 TL'yî dixebitin. Ji lew re bûrs an jî krediya tê dayîn têr nake."    Arapoglû, bilêv kir ku ji bo ku xwendekar di warê çandî û civakî de xwe bipêş bixin pêdiviya wan bi budçeyekê heye.    ‘BILA XWARIN BÊHEQ BIN'   Arapoglû, da zanîn ku Zanîngeha Mêrsînê her sal di meha Îlonê de xwarinê biha dike û got: "Em dibêjin bila xwarin bêheq be. Bila kapasîteya wargehan bê zêdekirin û bêheq bin. Bila pirtûk bêheq bin. Her wiha ne kredî, divê bûrsê bidin xwendekaran. Em ji bo van daxwazan bang li hemû xwendekaran dikin ku bên sendîkayê."    MA / Cemîl Ûgûr