Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin 2021-11-13 11:09:37   AMED - Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Mehmet Şakir Demîr ê ku Demîrtaş û wekîlên din ên girtî di çarçoveya lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan de weke "rehîn" bi nav kir, ev pirs jê hat kirin: "Heke hûn wan rehîn dibînin hûn xwedî nasnameya kîjan dewletê ne?"   Karûbarên îfadeyên 19 siyasetmedar û rêveberên sendîkayan ên ku 5 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin, hêj bi dawî nebûye. Dema binçavkirina kesên ku di operasyona navenda wê Amed bû li Mêrdîn, Îzmîr, Antalya û Wanê pêk hat de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat dirêjkirin.    Hin navên ku îfadeyên wan hatin girtin, diyar kirin ku çima beşdarî çalakiya bîranîna ya bi boneya salvegera mirina rojnamevanê Kurd Musa Anter, Komkujiya Helepçeyê û daxuyaniyên hatine dayîn ji wan hatine pirsîn.    Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Mehmet Şakir Demîr jî di lêpirsîna xwe de bi pirsên sosret re rûbirû ma.   PEYVA ‘REHÎNE’ POLÎSAN ACIZ KIRIYE    Daxuyaniya Demîr a li ser hesabê wî ya medyaya dîjîtal "Banga pêkanîna biryara DMME'yê dengê wijdanê yê Tirkiyeyê ye. Heta Demîrtaş û hevalên me yên dîl bên berdan dê têkoşîna me bidome." Ev parvekirin ji Demîr hatiye pirsîn. Polîsan van pirsan ji Demîr kiriye, "Mebesta te ji gotina 'hevalên me yên rehîn' ên di nivîsa te de çi ye? Hûn endamên rêxistinê yên ji aliyê saziyên dadwerî yên Komara Tirkiyeyê ve hatine girtin û girtin weke rehîn dibînin. Heger hûn wan rehîn bibînin, nasnameya we ya kîjan dewletê ye? Bi berfirehî îfade bidin?"    Demîr wiha bersiv da pirsa polîsan: “Ji bo parlamenterên di girtîgehan de ne bigihîjin azadiya xwe min parvekirinek wiha kiriye.”    Demîr bi kurmancî jî parvekirina “pergala faşîst” kiriye. Polîsan ji Demîr pirs “Ev pergala faşîst kîjan pergal e?” hatiyekirin. Her wiha parvekirina “tecrîdê” jî ji Demîr hatiye kirin û jê re gotine “Kî vê tecrîdê disepîne?”    Demîr di parvekirinek xwe de jî gotibû “darbeya qeyûm.” Polîsan vê parvekirinê jî ji Demîr hatiye kirin û gotine “We bi vê parvekirinê xwestiye qala çi bikin?”    Li gel parvekirinên Demîr, logoya ajansa me MA’yê û logoya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di telefona wî ya hatiye desteserkirin de jî kirine mijara sûc û jê hatine pirsîn. Polîsan ji Demîr pirsa “Hûn endamê komeleya bi navê TJA’yê ne?”   Dozgeriyê biryara “veşarî” daniye ser dosyeya binçavkiriyan. Binçavkiriyên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin ji beşdariya daxuyaniyên çapemeniyê, bernameyên bîranînê û parvekirinên medya dîjîtal tên sûcdarkirin.