Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne 2021-11-13 16:42:20   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di foruma têkoşîna parêzer Medet Serhat ê hatibû qetilkirin de axivî û diyar kir ku kujerên salên 1990'î îro li cem îqtidarê ne.   Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) bi boneya salvegera qetilkirina parêzer Medet Serhat ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Gel û Azadiya Kurd (KURT-KAV) bû, bi sernavê "Parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin û li Tirkiyeyê rastiya hiqûqê" forumek li dar xist. Medet 27 sal berê hatibû qetilkirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parêzer Sertaç Ekîncî, parêzer Hikmet Epozdemîr û gelek parêzer beşdarî foruma ku li Baroya Stenbolê ya Bakirkoyê hat lidarxistin bûn.   KESAYETEK KURDEWAR BÛ    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di forumê de axivî û diyar kir ku parêzerên hatin qetilkirin di têkoşîna Kurdan de xwedî cihekî girîng in û dê parêzerên ciwan jî vê yekê bidomînin. Keskîn wiha got: “Ji ber vê yekê ez kêfxweş im ku ciwan li vir zêde ne. Kekê Medet ji bo Kurdistanê kesekî xwedî bi nirx e. Çimkî wî kir ku parêzerên kurd werin ba hev. Salên 90’î serdemek pir dijwar bû. Di hin waran de, em wê demê azadtir bûn. Ji ber ku wê demê weke parêzer me dozgerek, dadgerekî ku em li deriyê wî bixista hebûn. Lê niha tiştekî wisa nîne.”   KESEK DIHAT HEZKIRIN BÛ    Keskîn anî ziman ku Medet Serhat li ser gelek parêzeran bandoreke mezin çêkir û ew li ser hişmendiya kurdewarî bû û got: “Medet kesekî ku ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin bû. Kesek bû ku nasnameya xwe eşkere kir. Pir xweş li xwe dikir û pir xweş dipeyivî. Di hevdîtinên ku me bi wî re kirin de, em ê bikevin hilbijartinê û kî bibin namzet. Di wan hevdîtinan de parêzerên kurd li hev kom dibûn û biryara tevlîbûna li avabûnekê didan. Wê demê me dest bi avakirina bingehên li dijî kolonyalîzmê kir; Me ji wan re digot parêzerên Kurdistanî. Di sala 1993’yan de li Kurdistanê kuştinan berdewam dikir.”    Keskîn behsa têkoşîna Medet Serhat kir û wiha got: “Di serdema salên 90’î de kes an jî kujerên ku cînayetan pêk dianîn, îro li cem îqtidarê ne. Îro di nava dewletê de wek rêveber dixebitin.”