Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn 2021-11-14 14:58:48   AMED - Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin hilbijartin.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê, 3'emîn kongreya xwe ya awarte bi şîara "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" li dar xist. Di kongreya ku amediyan eleqeyeke zêde nîşan da de piştî axaftinan raporên xebatan û maliyeyê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan ji bo diyarkirina hevserokan hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de ji bo hevserokatiya HDP'ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin diyarkirin. Piştî pîrozkirina beşdaran a hevserokan kongre bi çepikan bi dawî bû.