Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn 2021-11-14 16:51:28   DERSIM -Pêşengê Serhildana Dersimê Seyît Riza û hevalên xwe di 84'emîn salvegera darvekirina xwe de hatin bibîranîn.    Platforma Ked û Demokrasiyê, di 84'emîn salvegera darvekirina wan de ji bo pêşengê Serhildana Dersimê Seyît Riza û hevalên wî li Eywana Konferansa Şariya Dersimê panelek li dar xist. Prof. Dr. Gulnaz Karatay, Nivîskar Huseyîn Ayrılmaz û Nevzat Onaran weke axaftvan tevlî panelê bûn. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî panelê bûn. Prof. Dr. Gulnaz Karatay, bi ser navê "Ji bo başbûn hevrûbûn, tiştên ji komkujiyê mane" vegotinek pêşkêş kir û li ser rewşa piştî komkujiyê rawestiya.    Nivîskar Huseyîn Ayrılmaz û Nevzat Onaran jî qala kuştin û hovîtiya ku li dijî Seyît Riza û hevalên wî hatiye kirin rawestiyan û gotin ku di bin navê şarezanetiyê de bi hezaran dersimî hatine kuştin.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.