19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin 2021-11-15 11:00:00   AMED - 19 kesên ku li 5 bajaran hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di 8 û 9'ê mijdarê de navenda wê Amed li Mêrdîn, Îzmîr, Antalya û Wanê polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û dayikeke aştiyê jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polisan bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin.    'QAŞO' KOMKUJIYA HELEBCÊ!   Di lêpirsînên 19 kesan de daxuyaniyên çapameniyê ku tevlî bûne weke sûc hatin nîşandan. Yek ji van daxuyaniyan jî daxuyaniya Komkujiya Helebceyê bû. Di îfadeyan de polisan ji bo çalakiya ku di 16'ê adara 2021'an de ji aliyê Tevgera Jinên Azad  (TJA) ve bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Dersim Dag li Parqa Hazal a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû lidarxistin "Qaşo Komkujiya Helebceyê" hatibû gotin.    NAVÊ KESÊ HATINE BINÇAVKIRIN   Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê Mehmet Asena, Şeyhmus Yavuz, Hevserokê Rêxistina HDP’a Bismilê Şakîr Demîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP’î Omer Fîlîtoglû, Hevserokê Rêxistina HDP'a Rezanê Nasir Yelter û rêveberê wê Huseyîn Baran, Rêveberên Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê Yasemin Akengîn, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Suslu û Abdulah Dengîz, Hevserokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Amedê Erkan Keskin, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê ya Jimara 2'an Arzu Koç, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Endama Desteya Rêveberiya Odeya Endeyzarên Makîneyê ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut, Hevserokê TUM BEL-SEN'ê ya Şaxa Amedê Bakî Ondeş, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Vesiye Yîgît, rêvebera TÛAY-DER’ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît."