Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin 2021-11-15 11:15:09   SAKARYA - Bi hinceta ku hişyariya "Raweste" bin pê kiriye cendirmeyan li Saryaryê welatiyê bi nave L.Y. kuştin.    Tîmeneke Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Sakaryayê, welatiyê bi navê L.Y. (40) ku lêgerîna wî heye, li maleke li taxa Dîkîlîtaş tespît kirin. Li gorî angaştan, di operasyona ku cendirmeyan li dijî malê kiriye de L.Y. guh nade hişyariya (Raweste) cendirmeyan û xwe berî nav daristanê dde. Li ser vê leşker gule lê direşînin û ew birîndar dikin û radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Akyazi. L.Y. li nexweşxaneya jiyana xwe ji dest da.   Di navbera malbata L.Y. ku piştî bûyerê bihîst hat ber nexweşxaneyê û cendirmeyan de alozî derket. Li derdora nexweşxaneyê bergirî hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.