Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest 2021-11-15 11:29:10   RIHA - Li dijî Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest hat kirin. Êrişkaran deriyê avahiyê îşaret kirin, remza Ulku Ocaklari li dîwarê avahiyê xêz kirin.    Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê di saetên 02.30-02.36’an de êrişa nijadperest hat kirin. 3 kesên ku êriş pêk anîn deriyê avahiyê îşaret kirin û bi boyaxa sprey remza Ulku Ocaklari li dîwarê avahiyê xêz kirin. Kesên ku gotinên heqaretê li ser dîwarê avahiyê nivîsandin pişt re ji herêmê veqetiyan. Dîmenên ku di kamerayên ewlehiyê yên kargehên li derdorê de hatin girtin, bi hinceta ku destûra dozger nîne, nedan endamên partiyê.     Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, bi lêv kir ku xebatkarê partiyê ku saet di 07.30’an de deriyê partiyê vedike bi êrişê hesiyaye. Karakeçîlî, da zanîn ku polîs her saetê avahiya rêxistina dişopînin û wiha got: “Her kesên ku dikevin avahiya me di GBT’ê de derbas dikin lê 3 kes dikarin li pêş avahiya me 6 deqiqeyan bisekinin û êrişê pêk binin. Vê cesarete ji kê digirin? Em 3’yemîn partiya Tirkiyeyê ya mezin in. Kesên ku destên xwe dihejînin û tên pêş avahiya me nivîsên nijadperestî dinivîsin, bila baş bizanin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   EM Ê SERÎ NETEWÎNIN   Karakeçîlî, diyar kir ku heman êriş beriya niha jî pêk hatin û wiha axivî: “Evê van êrişên wisa pêk tînin û me hedef digirin bila vê yekê baş bizanin ku; em ê tu car serî netewînin. Di girtîgehan de bi hezaran hevalên me yên girtî hene. Me her tim li dijî êrişan li ber xwe da û em ê berxwedana xwe bidomînin jî. Em natirsin.”   Endamên partiyê bi daxwaza ku êrişkar werin dîtin wê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.