ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû 2021-11-15 16:16:01   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku binpêkirinên mafên xwe gihandina tenduristiyê û îşkenceya li ser girtiyên li Girtîgehên Amed û Xarpêt zêde bûne û dazanîn ku wê têkildarî binpêkirinên mafan giliyê bikin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Amed û Xarpêtê qewimîn, li avahiya komeleya xwe aşkera kir. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn ê beriya daxuyaniyê axivî, wiha got: “Li girtîgehan her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Bi qedexeyên pandemiyê re mafên herî bingehîn ên girtiyan ên weke xwegihandina tenduristiyê û mafên hevdîtinê, bi temamî ji destê wan tê girtin. Em difikirin ku ev pêkanînên wisa gihiştine asta keyfî.” Zeytûn, bi lêv kir ku li dijî van hemû binpêkirinan, wê giliyê bikin.     Pişt re Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz rapor xwend û diyar kir ku şandeya wan di 27 û 28’ê Cotmehê de serdana girtiyên li Girtîgehên Amed û Xarpêtê kirine.    Yilmaz, diyar kir ku li girtîgehan bi hêceta pandemiyê destûra çalakiyên civakî û çandî nayê dayîn û wiha got: “Di serdanan de girtiyan diyar kir ku îşkence û mûameleyeke nebaş li wan tê kirin. Daxwaza sewqkirinê û guhertina odeyan a girtiyan bi sedemên ne hiqûqî hatiye redkirin û ev pirsgirêk didome. Girtiyan diyar kirin ku dema sewqî nexweşxaneyan dibin û dema mûayeneyê de bi pêkanîna ‘cot kelepçe’ û ‘lêgerîna dev’ re rûbirû dimînin. Di dema lêgerînên qawîşan de gotin gardiyan li gorî pîvanên pandemiyê tevnagerin û gelek caran rastî heqaretên bêhiqûqî tên.”    HÊCETA REWŞA NEBAŞ    Yilmaz, dazanîn ku ji ber giştînameya ji aliyê Wezareta Dadê ji bo girtîgehan amadekiriye axaftina telefonan a girtiyan bi malatên wan re tên qeydkirin û wiha berdewam kir: “Raporên ku ji aliyê Navenda Dabeşkirin û Çavdêrî ya Îdarî ve tê amadekirin ku kîjan girtî “di rewşa baş de ye” bi piranî ne xwedî bingeheke qanûnî ye û xwe dispêre hêcetên razber. Ji ber vê yekê hat tespîtkirin ku berdana gelek girtiyan hatiye dirêjkirin. Yek ji wan pirsgirêkên ku ji me re hatiye ragihandin ewe ku rojname û kovarên kurdî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji girtiyan re nayên dayîn. Girtiyan diyar kirin ku nameyên ku dişînin jî nagihin cihê xwe.”   Yilmaz, qala binpêkirinên mafên xwe gihandina tenduristî û paqijiyê kir û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.