Li Şirnexê 4 kes hatin berdan 2021-11-15 18:07:17   ŞIRNEX - Li Şirnexê 4 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Li gundê Avgamasiya û Milga Şantiyê yên Şirnexê di 12'ê Mijdarê de eskeran avêtibû malan. Di avêtina ser malan de Ferhan Katar, Muhittin Barinç, Emin Çavlak û welatiyê ku navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin.    Her 4 kesên hatibûn binçavkirin îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê her 4 kes sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi şertê kontrola edlî her 4 kesberdan.