ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-16 09:00:24 * Hogir Boltan, birayê girtiyê nexweş Civan Boltan ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew daxilî nav rojeva xwe kiriye û dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de rewşa wî bê nîqaşkirin, diyar kir ku birayê wî nayê tedawîkirin û ji bo vê rewşa hesa bang li raya giştî kir.  *  Di îdianameya derbarê endamên DÎAYDER'ê de hemû xebatên komeleyê wekî sûc hatine hesibandin û nimêjên li derî mizgeftê hatine kirin jî wekî "xebata li gor bîrdoziya rêxistinê" hatine nirxandin.   * Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku Tirkiye Protokola Cenevreyê eciqandiye û çekên kîmyewî bi kar anîne û bang li welatên ku îmzeya wan li bin protokolê hene kir: "Pêşî li ber vî sûcî bigirin."   * ARÎ-DER'ê piştî perwerdehiyê sertîfîka da gelek kesan. Ji kesên sertîfîka wergirtin hin jê dixwazin pirtûkan binivîsin û hin jê jî dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî.   * Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Hashim Zebarî têkildarî rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Herêma Kurdistana Federe diyar kir ku tiliya Tirkiyeyê di parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û got: Şîrketên ku nêzikî AKP'ê jî sûd ji vê digirin. Tirkiyeyê gelek caran bi mîlyonan dolar pêşkeşî Herêma Hikûmeta Kurdistanê kirine ku karibe bi rehetî karê xwe bike."    * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 253'anda  didome.   * Danişîna doza ku li Gerînendeyên Giştî yên Rojanemya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Berpirsyar ê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle hatibû vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * KESK û TTB, wê ji bo akademîsyenên aştiyê li Enqerê civîna çapamniyê li dar bixin. (10.00)   * Wê HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)   * Danişîna doza ku bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne li  4 kesan hatiye vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. (11.00)   * Danişîna doza ku li Serokê Komeleya Piştevanî, Çand û Hawirdorê ya Mûnzûrê Alî Ekber Barmagiç hatiye vekirin wê li   2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Tekîrdagê bê dîtin. (11.00)   * Hevdîtinên 5'emîn Pakêta Darazê li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê bikin. (15.00)