Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye 2021-11-16 09:12:04 AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye û çekên kîmyewî bi kar anîne û bang li welatên ku îmzeya wan li bin protokolê hene kir: "Pêşî li ber vî sûcî bigirin."  Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Tirkiye di van operasyonan de çekên kîmyewî dişixulîne. Bertekên li hemberî vê didomin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel jî diyar kir ku ev yek rasterast girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tirkiye hem li hundir hem jî li derve polîtîkaya şer didomîne. Vê hêza xwe jî ji bêhiqûqîtiya li Îmraliyê digire."    Guzel gotina ku tim bilêv dikin "Dê aştî bi vekirina deriyên Îmraliyê re bê" bibîr xist û got: "Ev bêhiqûqîtî li Îmraliyê dest pê dikin û bandorê li tevahiya jiyanê dikin. Ger em civak li dijî vê tecrîdê bitêkoşin, em ê karibin tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Tevahiya koka tecrîdê xwe disipêre Îmraliyê. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê wekî laboratûvarekê tê bikaranîn."    DIVÊ NIMÛNE BÊN WERGIRTIN   Guzel, ragihand ku nûveyên ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar tîne hene û got: "Ev nûve vê yekê nîşan didin. Ji bo ku em vê yekê bi awayekî teqez bipeyitînin divê nimûne bên wergirtin. Divê li laboratûvaran bên vekolandin."    SÛCÊ ŞER   Guzel got: "Tirkiyeyê li Serêkaniyê fosofor bi kar anîbûç Ev hat tespîtkirin. Lê çendî hat tespîtkirin jî Tirkiyeyê di warê aborî de alîkariya OPCW'ê kir ku berpirsiyariya wê vekolandina van tişta ye. Ew sazî xwe li bêdengiyê danî. Em naxwazin heman tişt rû bide. Ger tiştekî wisa hebe, divê mueyîdeyek wê jî hebe. Ji lew re ev sûcê şer e. Ji ber sûc e divê tevahiya hikûmetên îmzeya wan li bin wan peymanan hene, di vî warî de tevbigerin."    DIVÊ TEVBIGERIN   Guzel, destnîşan kir ku divê dewletên îmze danîne bin Protokola Cenevreyê ku ev protokol bikaranîna çekên kîmyewî, hilberandina wan, depokirina wan û belavkirina wan qedexe kiriye, tevbigerin û got: "Li Başûr sûcê şer tê kirin. Bombeyên kîmyewî tên bikaranîn. Tirkiyeyê jî îmze daniye bin Peymana Cenevreyê. Tirkiyeyê îmze daniye bin gelek peymanên hiqûqî. Lê hemû pîvanên hiqûqî yê van peymanan dieciqîne. Çi dike? Çekên kîmyewî bi kar tîne. Di rewşeke ku nikareji heq wê derkeve çi dike? Hewl dide bi çekên kîmyewî ji heq wê derkeve."    BANGAWAZÎ   Guzel, destnîşan kir ku welatên Ewropayê jî li hemberî vê bêdeng in û got: "Welatên Ewropayê û welatên îmze danîne bin Peymana CEnevreyê divê bertek nîşan bidin. Li wir sûcekî li hemberî mirovahiyê tê kirin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Saziyên têkildar demildest divê biçin wir û lêkolînê bikin. Hem divê ji herêmê nimûneyan wergirtin hem jî ji cenazeyan. Partiya me ku dijî polîtîkayên şer e, van operasyonan wekî sûc dihesibîne. Em vê yekê wekî sûcê şer dihesibînin. Divê ev yek bê vekolandin. Kesên ev sûc kirine jî divê bên darizandin."    Guzel ji bo vê bang li parêzvanên mafên mirovan û her kesî kir ku bertek nîşan bidin.    MA/ Eylem Akdag