Amûrên resman ên girtî desteser kirin 2021-11-16 10:07:49   MERSÎN - Mehmet Bogatekîn ku li Girtîgeha Tipa T a Bûrhaniyeyê girtî ye, ragihand ku bi hinceta guhertina qawişê amûrên wî yên bingehîn ên di xizkirina resman û karîkaturan de bi kar tîne hatine desteserkirin.    Li Girtîgeha Tipa T a Bûrhaniyeyê, bi hinceta guhertina qawişê, amûrên bingehîn ên girtî Mehmet Bogatekîn (46) ku di xizkirina resman û karîkaturan de bi kar tîne hatin desteserkirin. Bogatekîn, 24 sal in girtî ye û resm û karîkaturên xiz kirine di pêşbirkên navneteweyî de xelat girtine û di gelek kovaran de hatine weşandin. Bogatekîn, bi nameyeke ku şand ragihand amûrên bingehîn ên di van resm û karîkaturan de bi kar tîne hatine desteserkirin û ev tişt got: "Ez xebatên xwe yên karîkaturiyê didomînim. Lê ve heftê ji bo min bûyerek xemgîn çêbû. Çend roj berê me qawiş guherand. Tîma min a boyaxa biav ku 7 sal bûn li cem min bû desteser kirin. Li gel her rewşê jî ez xizkirinê bidomînim."