Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin 2021-11-16 14:34:33   ENQERE - Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan, diyar kir ku biryara redkirina serlêdana Akademîsyenên Aştiyê ya Komîsyona Rewşa Awarte tê wateya tunehesibandina AYM'ê.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Yekitiya Bijîjkên Tirk(TTB), derbarê redkirina serlêdana Akademîsyenên Aştiyê ya Komîsyona Rewşa Awarte de li Yekitiye Mulkiyeyan civîna çapameniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta "Em reddan red dikin, li aştiyê xwedî derdikevin" hat daleqandin.  Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevserokên KESK'ê Şukran Kablan û Mehmet Bozgeyîk, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Vedat Bûlût tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan aixvîn.    BIRYARÊN AYM HEMÛ RÊXISTINAN ELEQEDAR DIKIN   Şukran Kablan, diyar kir ku heke li serweriya hiqûqê bihata guhdarkirin bêyî ku dem bihata windakirin wê akademîsyenên aştiyê li peywira xwe bihatina vegerandin û wiha got: "Komîsyona Rewşa Awarte demeke dirêj derbarê Akademîsyenên Aştiyê de biryar nedaye. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) weke hemû rêxistinên dewletê Komîsyona Rewşa Awarte jî eleqedar dikin. Biryara redkirina serlêdana Akademîsyenên Aştiyê ya Komîsyona Rewşa Awarte tê wateya tunehesibandina AYM'ê. Li welatekî ku biryarên AYM'ê neyên nasîn nikare behsa edaletê bê kirin.    'DIVÊ SEROKKOMAR JI PEYWIRÊ BÊ GIRTIN'   Ozturk Turkdogan jî bertek nîşanî redkirina komîsyonê da û ev tişt got: "Komîsyonê bi nêrina ku ki desthilatê bertek jê re neyên nîşandan biryar daye. Piştî biryarên Rewşa Awarte gelek biryaran afirand. Lê Komîsyona Rewşa Awarte van biryaran pêk nayne. Cezayên dema xwendekariyê li wan hatine birîn dertên pêşiya muwekîlên me. Heke pêkanîn wiha be dibe Serokkomar jî ji peywirê bê girtin. Dema ku li qeydan bê nêrîn wê nê dîtin ku ki sûcê terorê ceza girtiye."