Li Efrînê talana zeytûnan didome 2021-11-16 16:21:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li navenda Efrînê 120 darên zeytûnan birîne û firotine.    Hat diyarkirin ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li navenda bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 120 darên zeytûnan birîne û firotine. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, Kome Siqûr El-Şemal li nêzî pira nû ya bajar 120 daran biriye. Hat destnîşankirin ku darên birîn ên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hebîn ê ji navçeya Bilbilê ne û piştî ku hatine birîn li sûkên navenda bajar hatine firotin.