Girtiyê nexweş bi koronayê ket 2021-11-16 16:52:07   AGIRÎ - Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne, bi vîrûsa koronayê ket.    Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne, beriya 17 salan bi nexweşiya rûviya stûr ket. Bi hinceta ku beşa ku Yûsûfoglû lê bê tedawîkirin li Agiriyê tune ye, tedawiya Yûsûfoglû tê astengkirin. Daxwazên sewqkirinê yên Yûsûfoglû yêj bi tedawiyê yên girtîgehên Amed û Wanê jî nayên qebûlkirin. Ji ber ku rûviya wî xwînê dibe û nexweşiyên wî yên din jî hene rewşa wî giran e. Li ser vê rewşa wî ya giran de hat hînbûn ku beriya demeke kurd Yûsûfoglû bi vîrûsa koronayê jî ketiye.    Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê rewşa Yûsûfoglû de pêşnûmepirsek da Serokatiyê Meclisê û daxwaz kir ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bersiv bide û Yûsûfoglû bê tedawîkirin.