Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat 2021-11-17 01:27:56 ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê, li dijî sercerdevan Emîn Nergîz êrişeke bombeyi pêk hat.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li dijî sercerdevan Emîn Nergîz êrişeke bombeyî pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergertin, li TOKÎ’ya taxa Konakê ya navçeyê dema ku Nergîz xwestiye li wesayîta xwe siwar bibe ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve li dijî wî êrişeke bombeyî pêk hatiye û birîndar bûye. Nergîz bi ambûlansê rakirin Nexeşxaneya Dewletê ya Cizîrê û li cihê bûyerê bergiriyên ewlehiyê hatin girtin. Li navçeyê liv û tevgera maşîneyên zirxî didome.