Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn 2021-11-17 10:33:30   STENBOL - Mahmût Olgûn ê li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne ragihand ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û ji ber pirtûka kurdî ya nivîsandiye jî 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Li Girtîgeha Hejmara 5’an a Tîpa L ya Sîlîvriyê di 8 'ê Cotmehê de bi ser qawîşê de hatibû girtin û nêzî 150 girtî sewqî girtîgeh û qawîşên cuda hatibûn kirin. Parêzerên ku piştî serdegirtinê bi girtiyan re axivîn, parvekirin ku li girtî hatine derbkirin, dest danîne ser tiştên wan. Mahmût Olgûn ê yek ji girtiyên ku qawişa wî hatiye guhertin serpêhatiyên xwe bi telefonê bi malbata xwe re vegot.    CEZAYÊ PIRTÛKA KURDΠ   Olgûn, ragihand ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û ji ber pirtûka kurdî ya nivîsandiye jî 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Olgûn, diyar kir ku gardiyanan bi gotina “Êdî ji niha û şunde hûn ê govendê negerînin. Hûn ê bibînin.” gef li wan xwarine û dest danîne ser pirtûkên wan. Olgûn, da zanîn ku dest danîne ser nameyên wan jî û wiha got: “Dema kesek diçe nexweşxaneyê û tê mehekê bi kesê re naaxive. Li dijî koronayê bergiriyek nîne lê ji bo me sînorkirina aktiviteyan koronayê dikin hêcet. Ew bi xwe bi rûpoş dikevin odeyên me û derdikevin. Dermankirina hevalên me yên nexweş bi hin hêcetan nayê kirin.”   PIRSGIRÊKA KURD   Dayika Olgûn, Kubar Olgûn jî diyar kir ku careke din jî gardiyanan tundî li lawê wê kiribûn û bi lêv kir ku di hevdîtinekê de bi awayekî ku çavê wî şîn ew pêşwazî kiribû. Olgûn, anî ziman ku ev rewş di serdegirtineke qawişê de qewimiye û destnîşan kir ku ev tiştên ku jiyane kurteya pirsgirêka kurd e.    Dayik Olgûn, bal kişand ser gotina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a “me pirsgirêka kurd çareser kir” û wiha berdewam kir: “Heke pirsgirêka kurd hatibe çareserkirin çima zarokên me di girtîgahan de dirizin? Çima zimanê me tê qedexekirin? Divê li dijî vê yekê em bibin yek. Em mafê xwe dixwazin. Dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Zalim li qesran rûdinin û dixwin lê ew di girtîgehan de ne.” Dayik Olgûn, bi lêv kir ku ji bilî lawê wê zext û heqaret li girtiyên din jî hatiye kirin. Olgûn, li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin banga yekitiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes ne tenê li lawê min li hemû girtiyan xwedî derkevin.”