Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin? 2021-11-17 11:07:53   AMED - Angaşta berdana sercerdevanek û kurê xwe ku bi sedan sal ceza ji wan re ceza dihat xwsetin a bi 10 milyonî TL'yî, careke din "borsaya darazê" ya li Edliyeya Amedê anî rojevê.   Li Tirkiyeyê weke ku di rapirsînên têkildarî mijarê tên çêkirin de jî diyar dibe baweriya ji darazê we kêm dibe û dibe pirsgirêk. Sedema destpêkê ya vê rewşê jî mudaxileya siyasetê ya li darazê ye. Her wiha li şûna Cemaeta Fethullah Gulen cih girtina cemaetên olî yên din a di darazê de jî bûye sedem ku bêalîbûn û serxwebûna darazê têk biçe. Dîsa nenaskirina biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropauyê (DMME) jî li ser vê rewşa darazê bandor dikin. Tê angaştkirinku mîna "Borsaya FETO'yê" ya piştî hewldaba darbeya 15'ê Tîrmehê ji aliyê AKP'iyan ve hatibû avakirin, li Edliyeya Amedê jî "borsaya darazê" hatiye avakirin.    SERDANA GUL Û BERSIVA TANRIKÛLÛ   Di 12'ê mijdarê de Wezîrê Edaletê Abbulhamît Gul hatibû serdana Amedê û endamên darazê û xebatkarên edliyeyê re hatibû gelhev. Gul, li vir angaşt kiribû ku ferqa zarokekî li Amedê ji dayik bibe û zarokekî li devereke din a welat ji dayik bibe ji hev tune ye û parastina mafê wan "peywira bingehîn a dewletê" ye. Piştî vê serdanê Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî hatibû serdana Amedê û têkildarî daxuyaniyên Gul li avahiya partiya xwe civîneke çapameniyê li dar xistibû.   ŞANTAJA LI KARSAZAN   Tanrikûlû, daxuyaniyên Gul bi bîr xistibû û bal kişandibû ser pirsên ku di bin çavan de li 19 siyasetmedar û sendîkavan hatibûn pirsîn rawestiya bû û têkildarî mijarê ev tişt gotibû: "Bêhiqûqiya ku li Edliyeya Amedê heye li tu derî tuneye. Dozger jî di nav de li Edliyeya Amedê "borsaya darazê" hatiye avakirin. Ev rêxistin îtîrafkaran peyda dike û bi wan şantajê li karsazên bajar dike û gef li wan dixwe. Ji ber ku ji vê rewşê fikaran dikin karsaz naxwazin biaxivin."    BERDANA SERCERDEVAN Û KURÊ WÎ   Berdana sercerdevan Mahmût Karaaslan ku bi kurê xwe Sîdar Karaaslan re di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Qasimiyê yê navçeya Bismilê ya Amedê hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik û kurê xwe Kadîr Karaaslan kuştibû jî angaşta "borsaya darazê" xurt dike. Bûka Hamdiye Şik a hatibû kuştin Fatma Karaaslûn, angaşt kir ku her du bersûcên li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatine darizandin, piştî guhertina heyeta dadgehê ya di danişîna dawîn de bi navbeynkariya kesên di rêveberiya Rêxistina MHP'ê ya Amedê de cih digirin bi 10 milyon TL'yî hatine berdan.    Tê meraqkirin ku gelo wê Wezîr Abdulhamît Gul hem ji bo gotinên Tanrîkûlû û hem jî ji bo vê angaşta dawîn bikeve tevgerê û gavekê biavêjê ya na.    MA / Ömer Çelik