Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest 2021-11-17 13:41:46   RIHA - Ferît Şenyaşar, bang li Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba ku lêborîn xwestibû kir û ev tişt got: "Bila Fakibana bê ber Edliyeyê ji dayikê helaliyê bixwaze."   Nobeta Edaletiyê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 254'an de didome. Malbat serê sibehê zû ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê dest bi nobetê kir.    Di nobetê de Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku herkesê ku qala demokrasî, hiqûq, edaletê bike divê tiştên li ber edliyeyê paşguh nekin û wiha got: "Kî dibe bila bibe kesên ku qala hiqûqê dikin heta ku dayikê guhdar nekin tu wateya gotinên wan tune ye. Edaleta ku Wezîrê Edaletê li kursiyan qala wê dike kes ji bawer nake. Heke wezîr dayikê paşguh bike û qala edaletê bike wê di nava civakê de tu besiva wî tune be. Hemû partyên muxalîf doza me dişopînin. Komkujiyek hat kirin û malbatek hat tunekirin. Yek ji endamên malbata me (Fadil Senyaşar) bi biryarên siyasî tê girtin. Li ser darazê gelek zext hene û her kes vê dizane."   Di berdewamê de Şenyaşar gotinên Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba yên derbarê wan de bi bîr xist û ev tişt gotin: "Fakîbaba piştî komkujiyê li cem wekîl (Îbrahîm Halîl Yildiz) cih girtibû. Piştî demeke dirêj hat Rihayê û welatiyan ziyaret kirin. Gelê bi şeref ê Rihayê, Fakibaba aresteyî ber edliyeyê kiribûn. Gel, gotibû, 'Daxwaza dayikê daxwaza me ye, heta ku ew daxwaz neyê bersivandin neyê Rihayê'. Piştî van bertekan 3 sal û 5 meh şûnde got ku têkiliya malbata me bi tu rêxistinekê re tune ye şerm dike. Ev gotin ji bo me girîng û hêja ye. Wê demê Serokkomar jî malbata me 'terorîst' îlan kiribû. Dewlet dizane ku rewş ne bi vî rengî ye. Serokkomar bêdeng dimîne. Em ji Serokkomar daxuyaniyeke bi heman rengî hêvî dikin."    'KÎ GEF XWARIBE BILA DERKEVE AŞKERA BIKE'   Şenyaşar, da zanîn ku Fakibaba piştî weşana ku derketiyê li wan geriyaye û ji wan lêborîn xwestiye û ev tişt anîn ziman: "Piştî ku Fakibaba ji me lêborîn dixwaze hin kes bi ser mala wî de digirin. Wî bixwe ragihand ku giliya vê yekê kiriye. Daxwaza me ew e ku Fakibaba bê ber edliyeyê ji dayikê helaliyê bixwaze. Kî gef li xwaribe bila derkeve aşkera bike. Gelê Rihayê wê li kesên li cem heqiyê xwedî derkeve."