Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan 2021-11-17 15:00:41   AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê xwest endama wan Nezîfe Yîgît a du roj berê hat girtin, were berdan.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, girtina 14 kesên ku di nav de endama wan Nezîfe Yîgît jî heye, ku di 15'ê Mijdarê de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin, protesto kirin. Dayikan li avahiya xwe li Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey di civînê de axivî û wiha got: "Ev çi zilm e? Wê ev girtin û binçavkirin heta kengê bidomin? Em girtinê qebûl nakin. Em dixwazin bi awayekî însanî li ser erdnîgariya xwe bijîn. Êdî bes e! Bi van re tiştek bi navê maf, hiqûq û edaletê tune ye. Bi van pêkanîn û biryarên ku derdixin re Tirkiyeyê ber bi xerakirinê ve dibin.”    SERDANA NEXWEŞAN JÎ SÛC TÊ DÎTIN   Ozbey careke din destnîşan kir ku ew ê zilma li ser jinan qebûl nekin û bal kişand ser doza Dayika Aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî ku di sala 2020'an de biryara tehliyekirina wê hat dayîn.   Ozbey di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Serdanên dayikên aştiyê ji bo nexweşan an jî sersaxiyên ku em wek dayik diçinê, wekî delîlên sûc tên dîtin. Ji ber vê yekê dayika aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî tê cezakirin. Dayikên me tu tişt nekirine Em dibêjin li tavilê dayika aştiyê Nezîfe Yîgît berdin."