Jinan ji jinên girtî re qert şandin 2021-11-17 15:04:24 ŞIRNEX - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji jinên girtî re qert şandin. Li Şirnex û navçeyên wê jinan lez dan xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî a li Dijî Tundiya li Ser Jinê. Di çarçoveya van xebatan de Meclisa Jinên Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad(TJA), li navçeya Elkê ya Şirnexê bernameyek li dar xistin. Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan, rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî bernameyê bûn.    JI JINÊN GIRTÎ RE QERT ŞANDIN   Jin ji ber avahiya HDP'ê ya navçeyê heta ber PTT'ê bi diruşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Zindanan" meşiyan û ji jinên girtî re qert şandin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, li ner PTT'ê axivî û diyar kir ku bi minasebeta vê rojê wekî her sal îsal jî ji jinên girtî re qert dişînin girtîgehan û wiha got: "Jin di girtîgehan de jî bi îşkence û tacîzê re rûbirû dibînin. Dilê me tim bi jinên girtî re ye. Em li cem wan in û em ê tim li cem wan bin jî.  Em hêvî dikin ku demek nêz de hemû jin bigihîje azadiya xwe."     'JIN BINGEHA CIVAKÊ YE'   Piştî şandina qertan ji bo nîşandana fîlmê bi navê "Berxwedan" jin derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn. Li vir piştî deqeyek rêzirgirtinê, Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan axaftinek kurt kir û bibîrxist ku her sal di 25'ê Mijdarê de jin li dijî tundiyê li kolananin. Aslan, bal kişand ser çeteya fihûşê ya li Colemêrg û Qilebanê û wiha axivî:"Li ser vê xetê çeteyek fihûşê hatiye avakirin. Bi vê çeteya fihûşê dixwaze ku jinan teslîm bigire. Ji her aliyê ve êrîşî jin û zarokan dikin.  Dixwazin fihûşê di nava civakê e belav bikin. Lê belê em destûr nadin. Em ê li hemberî tacîz, tecawiz û fihûşê derbikevin. Ev lîstokên qirêj bi destên dewletê tên meşandin. Em ê van bûyeran veneşêrin û îfşa bikin. Ji aliyekê ve jî dixwazin berê ciwanên me bidin tiryakê. Jin bingeha avabûna civakê ye. Em rê nedin van lîstokên qirêj."   Piştî axaftina Aslan fîlmê "Berxwedan" hat nîşandan û bername, bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.