Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin 2021-11-17 16:31:03   STENBOL - Di danişîna doza ku Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli jî di nav de 19 parêzer tên darizandin de dozger mutalaaya xwe aşkera kir û 450 sal ceza xwest.   Li Stenbolê, 45'emîn danişîna doza ku bi angaşta "endamtî, rêvebirin û propagandaya rêxistinê" Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli jî di nav de li 19 parêzeran hatibû vekirin, li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Selçûk Kozagaçli û Barkin Tîmtîk û parêzerên xwe li danişînê amade bûn. Ji Amerîka, Fransa, Almanya, Îspanya û Îtalyayê gelek kes danişînê dişopînin.    Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Di danişînê de heyeta dadgehê mutalaaya ku di danişîna navberê de dozgeriyê pêşkêş kiribû parve kir. Di mutalaayê de bi sûcdariya "endamtî, rêvebirin û propagandaya rêxistinê" ji Kozagaçli û parêzerên din re 450 sal ceza hat xwestin.    Piştî parvekirina mutalaayê parêzeran dest bi parastinê kir. Parêzerê Kozagaçlı Fehmî Demîr, Parêzer Serenay Balikaya û Parêzer Hamza Çîftçî li dijî mutalaya ku hat parvekirin derketin û muwekîlên xwe parastin.    Piştî parastina parêzeran ji bo saetekê navber danişîn hat rawestandin. Piştî navberê danişînê dîsa dest pê kir û bi parastinên parêzeran didome.